Ji bo esnafan qursa Farisî

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê esnaf  ji bo geştyarên ku ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên bajêr baştir hevdu fêm bikin, xwe ferî Farisî dikin. 

 

Hejmara geştyarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranî yên ku Wanê tercîh dikin roj bi roj zêde dibe. Şaredariya Tûşbayê li ser daxwaza esnafan qursa Farisî vekir.


Şaredarê Tûşbayê Fevzî Ozgokçe diyar kir ku Wan ji bo geştyariyê bajarekî girîng e, divê bi taybetî bi geştyarên Îranî re peywendiyeke baştir çêbe.


Fevzî Ozgokçe diyar kir, wan berî niha qursên zimanên cuda vekirin ku xizmeta geştyariyê bikin û wiha pê de çû: "Ji bo ku em ji mêvanê xwe yê Îranî re xizmeta herî baş bikin, çi ji destê me tê em dikin. Ji bo ku esnafê me daxwazên mêvanên me bînin cih û wan kêfxweş bikin û bi zimanê wan bi wan re biaxivin me qursa Farisî vekir. Li gor min dema ku mêvanên me yên Îranî hatin birayên me yên esnaf dê ji berê rehettir bi mêvanan re dan û standina xwe bikin."


Ozgokçe got ku geştyarên Îranî dê êdî bi Farisî werin pêşwazîkirin û wiha axifî: “Îsal sezona geştyariyê li Wanê vebû. Di demeke kin de bi hezaran geştyarî bajarê me ziyaret kir. Herî zêde li navenda sûkê qerebalixiya geştyaran heye. Em jî ji bo ku tûrîzm pêş  bikeve, çi hewce bike em amadene ku bikin. Qursa Farisî jî ji bo pêşketina geştyariyê ye."


Xwediya dezgehê Gamze Zoer Saritoprakê jî got ku ji bo ku ew ji geştyarên Îranî re xizmeteke baştir bikin, ew gelek peyvên Farisî yên ku rojane tên xebitandin hîn bûye.