MÊRDÎN – 3 ol û 3 netew dê dengê xwe bidin kê?

Mêrdîn (Rûdaw) - Li navçeya pêkvejiyanê Midyadê ya Mêrdînê 3 ol û 3 neteweyên cuda dijîn. Kurd, Mihelmî û Sûryan. Misilman, Mesîhî û Êzidî. Ev navçe ji giştpirsiyê re amade ye.

 

Li gorî xelkê, dê ji sedî 90ê Mihelmiyan di giştpirsiyê de bibêjin na. Ji sedî 90ê sûryaniyan jî dê bibêjin erê. Lê kurd di navbera AK Partî û HDPê de bûne 2 par. Ji sedî 60ê kurdan dê bibêjin na û ji sedî 40 jî bêjin erê.


Midyad bi 104 hezar rûniştvanên xwe, yek ji navçeyên herî mezin a bajarê Mêrdînê ye ku gelek caran çarenûsa hilbijartinan diyar dike.


Taybetiyeke vê navçeyê ew e ku tê de 3 netew û 3 olên cuda hene. Kurd, Mihelmî û Sûryan… Misilman, Mesîhî û Êzidî… Ji bo ku partiyek li vî bajarî bi ser bikeve, divê ji hersê netew û olan jî bikaribe deng werbigre.


Turhan Aslan Mihelmî ye. Ew bavê parlamenterê HDPê yê Êlihê Mihemed Alî Aslan e. Ew dê dengê Na bi kar bîne lê dibêje ji sedî 90ê Mihelmiyan dê dengê erê bidin. Sedema vê jî wiha rave dike; ji dîrokê de Mihelmî tim xwe li dewletê girtine û bûne palpiştê desthilatdariyê.


Rûniştvanê Mihelmî yê Midyadê Turhan Aslan ji Rûdawê re wiha got: “Ew û kurmanc cîranên hev in, qîz dane hev, ji hev zewicî ne, erdê wan, her tiştê wan di nava hev de ne. Lê di hilbijartinê de, di referandûmê de ji sedî 90 dê bibêjin erê. Ji bo na ji sedî 10 an derdikeve an jî dernakeve.”


Dîba Gabriel jî karsazeke jin a Sûryanî ye. Li gorî gotina wê li Midyadê nêzî 4 hezar Sûryanî hene û dê berevajî Mihelmiyan ji sedî 90ê sûryaniyan bibêjin Na. Sedema Naya wan jî daxwaza aştiyê ye.  


Rûniştvana Sûryanî ya Midyadê Dîba Gabrîel jî got: “Dê bibêjin na. Ji sedî 90 dê bibêjin na. Nêzî 500 malên me li vir hene. Qedera 3-4 hezar sûryanî hene. Hin dibêjin erê û hin dibêjin na. Bes em li vir, li temamê herêma me em dixwazin aştî pêk bê. Vaye 40 sal in xelk ji vî halî aciz bû. Lewma ku aştî nebe xelk girîngî nade referandûmê jî û tiştên din jî.”


Nifûsa kurdan a li Midyadê jî ne kêmî Mihelmiyan e. Yek ji wan kurdan jî Ata Şahîn e. Li gorî gotina wî ji sedî 60ê kurdan dê dengê “Na” bidin û yên mayî jî “Erê”. Kurdên ku ji HDPê nerazî ne diçin AK Partiyê û yên ku ji AK Partiyê nerazî ne jî diçin HDPê. Di giştpirsiyê de jî dê rewş wisa be.


Rûniştvanê kurd ê Midyadê Ata Şahîn jî wiha axivî: “Dê kurd ji sedî 55-60 bibêjin na, ji sedî 40 dê bibêjin erê. Midyad cihekî gerdûnî û pêkvejiyanê ye. Herkes azad e. Herkes tiştên di dilê xwe de dibêje. Ez kurd im û ez dê bibêjim erê. Ji ber ku sîstema çêkirin û xirabiyên ku li van erdan kirin, ez li hemberî wan nerazî me.”


Li Midyadê berê bi hezaran kurdên êzidî jî hebûn û ji ber şer û pevçûnan piraniya wan koçberî Ewropayê bûn. Ji ber vê yekê li navçeyê hema hema qet kurdên êzidî nemane. Kurdên lê heyî jî sûnî ne û di navbera HDPê û AK Partiyê de dabeş bûne.