TCK: Asayişa PYDê 2 hevalên me girtin


Hewlêr (Rûdaw)- Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) ragihand ku asayişa Tirbespiyê di destêka vê heftiyê de 2 hevalên wan li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kudistanê girtin û heta niha ne berdane.

Endamê desteya şopandinê ya TCKê Kawa Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Asayişa PYDê roja yekşemê 2 hevalên me bi navê Ednan û Xurşîd Îsmalî Remo li Tirbespiyê girtin û piştî ku çend rojan li Tirbespiyê û Qamişlo di zindanê de bûn, niha ew veguhestine zindana bajarê Dêrikê”.

Îsmaîl diyar kir ku ew nizanin bê her du hevalên wan ji ber çi hatine girtin û got “Me serdana navenda asayişê li Qamişlo kir, lê wan ti bersiv neda me”.

Îsmaîl bal kişand ku dibe ku ew her du hevalên wan ji ber rakirina çekên bê ruxset ji aliyê asayişê ve hatibine girtin.

Ji aliyekî din ve, endamê desteya şopandinê ya TCKê ji Rûdawê re got ku “asayişa PYDê di 8ê vê mehê de 105 kesên Ereb û 7 kesên Kurd li bajarokê Tirbespiyê girtin û pişt re 107 ji wan berdan”.

Îsmaîl herwiha got “Niha ji koma wan 112 kesan bi tenê 5 kesên Kurd li cem asayişê girtî ne û 3 ji wan bi navê Îsa Silêman Xelîl û kurê wî Hemze û herwiha biraziyê wî Sabir Ebdî Xelîl e”.

Rûdawê telefona asayişa giştî li bajarê Qamişlo kir, lê di bersivê de gotin ku “ti kesê berpisyar niha li wir nîne û ew nikarin daxuyaniyê bidin”.