Rûdaw û atv êdî dê bi hev re kar bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê bi yek ji televîzyonên herî girîng ên Tirkiyê bi nave atv re rêkeftina kar îmze kir.

Li gorî wê rêkeftinê Rûdaw û atv ku asta qalîteya wan HD ye, dikarin berhemên xwe ji hev re parve bikin.

Helbet cara yekê ye ku rêkeftinek wiha navbera televîzyonek biyanî û televîzyonek Kurdistanî re tê îmzekirin.

Televîzyona atv ya Tirkiyê yek ji televîzyonên herî mezin e ku rêytînga wê gelekî bihêz e. Rûdaw jî ji televîzyon, radio, malper û rojnameyê pêk tê û dê di demek nêzîk de dest bi pexşê bike.