Li Silêmaniyê qeza: Sê kes mirin

11-03-2024
Nîşan Silêmanî Qeza Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Silêmaniyê, li ser rêya Çemê Zêran barhilgirek qulibî, sê kesên ku di binê de man mirin.

Li gorî agahiyan, barê wê barhilgirê mirîşk bûn û piştî ku ji kontrola ajokar derketiye qulibiye.

Trafîka Silêmaniyê da zanîn, dibe ku qezayê derengê şevê rû dabe çimkî ajelên berî (kovî) hinek mirîşk xwarine.

Berdevkê Trafîka Silêmaniyê Behmen Ebdula ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku ji ber zehmetiya xebatên li cihê qezayê ew sê kes demeke dûvdirêj di binê barhilgirê de mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst