Hewlêr (Rûdaw) – Mesrûr Barzanî got, “Gelê Kurdistanê ti carî rê nade ku mafên wî werin binpêkirin û zilm û zor lê were kirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera Rêkeftina 11ê Adarê peyamek weşand.
Îro salvegera 54an a Rêkeftina 11ê Adarê ye ku Hikûmeta Îraqê bi wê rêkeftinê re bi awayê fermî hinek mafên gelê Kurd nas kirin.
“Destkefteke dîrokî bû”
Mesrûr Barzanî ji bo Rêkeftina 11ê Adarê got, “Destkefteke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bû ku Barzaniyê Nemir rêberê wê bû.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje pê da ku Îraq mecbûr maye rêkeftinê îmze bike û got:
“Şoreş, berxwedan û berdêlên gelê Kurdistanê, hikûmeta wê demê ya Îraqê neçar kiriye ku hinek mafên rewa yên gelê Kurdistanê nas bike.”
Serokwezîr Barzanî bi taybetî xala “Îraq ji du neteweyên sereke (Kurd û Ereb) pêk tê” bi bîr anî û da zanîn ku bi vê rêkeftinê re destûra Îraqê jî mafên neteweyî yên Kurdan nas kirine.
Îraqê sala 1975an bi Îranê re Peymana Cezayirê îmze kir û ji Rêkeftina 11ê Adarê vekişiya.
“Îraqê xwe avêt bextê şer”
Mesrûr Barzanî li ser encamên vekişîna Îraqê anî zimên:
“Rejîma wê demê ya Îraqê ji rêkeftinê vekişiya û xwe avêt bextê şer û hemû Îraq ber bi malwêranî û felaketeke mezin ve ajot ku heta niha jî xelkên Îraqê baca wê didin.”
“Gelê Kurdistanê ti carî rê nade ku mafên wî werin binpêkirin”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dawiya peyama xwe got:
“Em balê dikişînin ser pêwîstî û girîngiya parastin û rêzgirtina li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û qebareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.
Gelê Kurdistanê ti carî rê nade ku mafên wî werin binpêkirin û zilm û zor lê were kirin.
Herwiha rê nade ku Îraq careke din vegere serdema dîktatoriyê.”
Rêkeftina 11ê Adarê
Îro di ser Rêkeftina 11ê Adara 1970yî re 54 sal derbas dibin ku di navbera hikûmeta wê demê ya Îraqê û rêberê Şoreşa Îlonê ya Başûrê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî de hat îmzekirin.
Rêkeftina 11ê Adarê di navbera Barzaniyê Nemir û Serokkomarê wê demê yê Îraqê Ehmed Hesen Bekrî de hatibû îmzekirin.
Li gorî wê rêkeftinê, Hikûmeta Îraqê bi awayê fermî hinek ji mafên gelê Kurd qebûl kirin.
Herwiha biryar hat dayîn ku heta sala 1977an hejmartina nifûsê were kirin û bi şertê ku Kurd beşdarî Hikûmeta Îraqê bibin li Başûrê Kurdistanê otonomî bê ragihandin.
Mela Mistefa Barzanî qebûl nekir ku Başûrê Kurdistanê bêyî Kerkûkê bibe herêmeke otonom.
Hikûmeta Îraqê piştî vê yekê sala 1974an bi serê xwe biryara otonomiyê derxist û Kerkûk, Xaneqîn û Şingal ji Başûrê Kurdistanê veqetandin.
Hikûmeta Îraqê piştî vê jî plan û komployên xwe yên li dijî gelê Kurd nesekinandin û sala 1975an bi Îranê re Peymana Cezayirê îmze kir.
Li gorî wê peymanê bi şertê ku Tehran piştgiriyê nede şoreşa Kurdan, Bexda razî bû ku careke din sînorê navbera Îraq û Îranê bê diyarkirin.
Bi vî awayî jî Rêkeftina 11ê Adarê bi dawî hat.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse