Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta Rêkeftina 11ê Adarê peyamek weşand.
Îro salvegera 54an a Rêkeftina 11ê Adarê ye ku Hikûmeta Îraqê bi wê rêkeftinê re bi awayê fermî hinek mafên gelê Kurd nas kirin.
Nêçîrvan Barzanî ji bo Rêkeftina 11ê Adarê got, “Rêkeftin xaleke çarenivîssaz û belgeya yekem a fermî ya dîroka modern bû.”
“Berhema têkoşîna gelê Kurdistanê bû”
Serokê Herêma Kurdistanê li ser girîngiya Rêkeftina 11ê Adarê da zanîn:
“Berhema têkoşîn û berdêldana gelê Kurdistanê bû û Hikûmeta Îraqê neçar kir ku hinek mafên rewa yên Kurdan nas bike.
Herwiha bû hîmê hemû destkeftên piştre yên gelê Kurdistanê.”
Nêçîrvan Barzanî amaje bi “dîroka biêş a Îraqê” da û pirsî, “Hizra li ser bingeha hêzê û înkarkirina mafên gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên Îraqê çi xisar daye welêt?”
Barzanî destnîşan kir ku vekişîna Îraqê ya ji rêkeftinê xisar daye her kesî û pê de çû:
“Vekişîna desthilata Îraqê ya ji rêkeftinê şer, malwêranî, karesat û nearamiya berdewam a Îraq û gelan anîn bi xwe re ku encamên wê îro jî darîçav in.”
“Werin em vê salvegerê bikin derfetek”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya vê salvegerê bangî Kurdan kir û got:
“Werin em vê salvegerê bikin derfeteke hevfêhmkirina hevbeş a aliyên siyasî da ku em pirsgirêk û nakokiyan li dûv xwe bihêlin, rûbirûyî zehmetiyan bibin û mafên destûrî û qebareya federal a Herêma Kurdistanê biparêzin.
Bila dîroka pirêş a welêt, li Îraqê jî ji me re bibe wane û şîretek.
Werin em destûrê bi cih bînin, sîstema federal û mafên hemû gelan biparêzin û bi têgihiştineke hevpar ber bi paşeroja xwe ve gavan biavêjin.
Silav li Rêkeftina 11ê Adarê û rihê pak ê şehîdan.”
Rêkeftina 11ê Adarê
Îro di ser Rêkeftina 11ê Adara 1970yî re 54 sal derbas dibin ku di navbera hikûmeta wê demê ya Îraqê û rêberê Şoreşa Îlonê ya Başûrê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî de hat îmzekirin.
Rêkeftina 11ê Adarê di navbera Barzaniyê Nemir û Serokkomarê wê demê yê Îraqê Ehmed Hesen Bekrî de hat îmzekirin.
Li gorî wê rêkeftinê, Hikûmeta Îraqê bi awayê fermî hinek ji mafên gelê Kurd qebûl kirin.
Herwiha biryar hat dayîn ku heta sala 1977an hejmartina nifûsê were kirin û bi şertê ku Kurd beşdarî Hikûmeta Îraqê bibin li Başûrê Kurdistanê otonomî bê ragihandin.
Mela Mistefa Barzanî qebûl nekir ku Başûrê Kurdistanê bêyî Kerkûkê bibe herêmeke otonom.
Hikûmeta Îraqê piştî vê yekê sala 1974an bi serê xwe biryara otonomiyê derxist û Kerkûk, Xaneqîn û Şingal ji Başûrê Kurdistanê veqetandin.
Hikûmeta Îraqê piştî vê jî plan û komployên xwe yên li dijî gelê Kurd nesekinandin û sala 1975an bi Îranê re Peymana Cezayirê îmze kir.
Li gorî wê peymanê bi şertê ku Tehran piştgiriyê nede şoreşa Kurdan, Bexda razî bû ku careke din sînorê navbera Îraq û Îranê bê diyarkirin.
Bi vî awayî jî Rêkeftina 11ê Adarê bi dawî hat.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse