Rûsyayê 32 zarokên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê 32 zarokên DAIŞê yên li kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin welatê xwe.

Li gorî nûçeya ANHAyê, Rûsyayê 32 zarokên malbatên DAIŞê yên ji Rûsyayê bi hevahengiya bi Rêveberiya Xweser re vegerandin welatê xwe.

Komîsera Mafên Zarokan a Serokê Rûsyayê Maria Lvova-Belovayê ragihand ku welatê wê grûpeke din a "zarokên DAIŞê yên Rûs" ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandine.

Herwiha Lvova-Belovayê diyar kir ku ew grûpa vegerandî ji 32 zarokan pêk tê û piştî rehabîlîtasyonê dê li xizmên xwe yên li Rûsyayê ben vegerandin.

Maria Lvova-Belovayê da zanîn ku xebatên vegerandina zarokan bi alîkariya Rêveberiya Xweser pêk hatine.

Li gorî Komîsera Mafên Zarokan Maria Lvova-Belovayê, Rûsyayê bi giştî 546 zarokên malbatên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê û welatên din ên herêmê vegerandine welatê xwe.

Li Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran jin û zarokên malbatên DAIŞê yên ji 52 welatan li kampên Rojavayê Kurdistanê ne.

Rêveberiya Xweser bi berdewamî bangî welatan dike ku welatiyên xwe ji kampan bibin.