Piştî 10 salan ji destê DAIŞê hat rizgarkirin: 'Wan jin ji yekî dikirîn û difirotin yekî din!'

11-03-2024
RÛDAW
Kovan Îdo û zarokên xwe
Kovan Îdo û zarokên xwe
Nîşan Kurdên Êzidî Dihok
A+ A-

Dihok (Rûdaw) – Jina Kurd a Êzidî Kovan Îdo piştî salan gihîşt malbata xwe ya ku li navçeya Sêmêlê ya Dihokê dijî.

Kovan Îdo destpêka Tebaxa 2014an li Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin.

Kovan Îdoya ku ji destê DAIŞê hat rizgarkirin got:

“Wan em ji yekî difirotin yekî din û ligel me radizan. Her kesê ku em bikirîna, li ba me radiza û paşê em didan destê yekî din an difirotin. Wekî koleyan li me dinêrîn.”

Piştî têkçûna DAIŞê li rojhilatê Çemê Feratê sala 2019an, Kovan Îdo ligel jin û zarokên çekdarên wê demê yên DAIŞê ji bo Kampa Holê hatiye veguhastin.

Lê wê 5 salên tijî êş û azar di destê desthilata xîlafeta DAIŞê de derbas kiriye.

“DAIŞiyan jiyaneke tijî êş û azar bi min dan jiyîn”

Kovan Îdoya ku ji destê DAIŞê hat rizgarkirin herwiha da zanîn:

“Du ji wan bi min re razan, wekî ku ez koleya wan bim. Sê kesên din jî zewaca fermî bi min re kirin.

Du zarokên min hene û ez nikarim bêyî wan bijîm. DAIŞiyan jiyaneke tijî êş û azar bi min dan jiyîn.”

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê Husên Qaidî ji Rûdawê re ragihand, ew pêşbînî dikin ku hejmareke zêde ya keç û jinên Kurd li Kampa Holê mabin û ew hewl didin ku wan peyda bikin û rizgar bikin.

Çavdêrê Doza Êzidiyên Hatine Azadkirin Xeyrî Bozanî jî got:

“Berî her tiştî ji ber ku doz, dozeke mirovî ye em wekî ofîs aliyê mirovî li pêş hemû tiştên digirin. Em piştgirê wê yekê ne ku ew bigihêjin zarokên xwe lê di vir de hinek pirsgirêkên me yên mezin hene.

Pirsgirêkên olî û civakî hene û tevî van pirsgirêkên qanûnî jî li pêşiya me hene.”

Heta niha ji 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî yên hatine revandin 3 hezar û 570 ji wan hatin rizgarkirin.

339 ji wan mêr in û hezar û 214 jî jin in û yên din jî zarok in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst