Li Ciwanroyê agirê Newrozê hat pêxistin

11-03-2024
RÛDAW
Li Ciwanroyê agirê Newrozê hat pêxistin
Li Ciwanroyê agirê Newrozê hat pêxistin
Nîşan Ciwanro Newroz Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Ciwanroyê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi amadebûna bi hezaran kesan agirê Newrozê hat pêxistin.

Li bajarê Ciwanroyê bi stran, govend û çalakiyên cuda Cejna Newrozê hat pîrozkirin.

Bi hezaran kes ji bajar û deverên din ên Kirmanşanê çûn Ciwanroyê û xetîrên agir bilind kirin û paşê jî agirê Newrozê pêxist.

Keç û xortên Kurd bi cil û bergên Kurdî dîlana Newrozê gerand.

Bi gotina organîzatorên şahiyê, nêzîkî 20 hezar kesî di şahiya Newrozê de amade bûn.

Li gorî zanyariyên Rûdawê jî hin kesên tundrew ên olî çûn wê deverê û wan xwest rê li ber şahiya Newrozê bigirin.

Lê xelkê rê li ber wan kesan girt û Newroza xwe bi coş pîroz kir.

Îsal ji ber ku 21ê Adarê dikeve meha Remezanê, xelkê herêmê ji dema wê zûtir dest bi çalakiyên pîrozbahiyan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst