Li Wanê di hefteyekê de 199 koçber hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) –  Li parêzgeha Wanê 199 koçber hatin desteserkirin û 8 kes jî bi tohmeta qaçaxçîtiyê hatin girtin.

Parêzgariya Wanê ragihand  ku di encama oparasyona li dijî koçberan de, ji 4ê Adarê heta 10 Adarê 199 koçber hatin desteserkirin.

Koçberên ku hatin desteserkirin şandin Navenda Koçê ya Wanê.

Li gorî daxuyaniyê bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan derbarê 13 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin.

Ji wan 13 kesan 8 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.