Mesrûr Barzanî: Iraq neçar ma Peymana 11ê Adarê îmze bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku di Peymana 11ê Adara 1970an de “Hikûmeta Îraqê neçar bûye ji ber berxwedana xelkê Kurdistanê di şoreşa mezin a Îlonê de bi Rêberatiya Barzaniyê Nemir, ev rêkeftina hanê îmze bike û hinek ji daxwazên gelê Kurdistanê bipejrîne.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 53yemîn salvegera Peymana 11ê Adarê peyamek belav kir û tê de got “Peymana 11ê Adara 1970an destkefteke girîng a gelê Kurdistanê ye û belgenameyeke dîrokî ye li ser serkeftina xwasteka xelkê Kuridstanê û peyama aştîxwazane ya gelê Kurdistanê, ku, hertim xwestiye, bi rêya danûstan û giftûgû û rêbazên aştiyane kêşe werin çareserkirin.”

Rêkeftin ji 15 xalan pêk dihat, piştî du salan danûstandin di 11-03-1970ê de ji aliyê serokomarê wê demê yê Iraqê Ehmed Hesen Bekir ve li Bexdayê hat xwendin, lê rêjîma wê demê ya Iraqê pişta xwe da rêkeftinê û mafên gelê kurd binpê kir.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku hikûmeta vê demê ya Îraqê dev ji rêkeftin û sozên xwe yên ku dabûn Serkidatiya siyasiya Kurdistanê poşman bû û dibêje “dest bi êrîş kirine ser Kurdistanê kir û di encam de jî ji ber siyasetên şerxwazane yên rejîmê Îraq, herêma Kurdistan û Îraq bi giştî rastî şer û wêrankariyên mezin hatin ku heta niha xelkê herêma Kurdistanê ji ber wan tawanan dinalîne û nehatiye qerebûkirin jî.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de wiha dibêje “Em tekez li ser helwesta xwe ya bo berevanîkirin û devbernedana ji mafên destûrî û çareserkirina kêşeyan bi awayeke bingehîn û aştiyane li ser esasê destûrê dikin.”

Peymana 11ê Adarê

Peymana 11ê Adarê ku ji 15 xalan pêk tê, bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî di navbera Kurd û rejîma Beis a Iraqê de hat îmzekirin.

Di sala 1961’an de Kurdan bi pêşengiya Mela Mistefa Barzanî li Başûrê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd li dijî rejîma Iraqê ‘Şoreşa Îlonê’ dan destpêkirin.

Rejîma Baasê ya Iraqê piştî 9 salên têkoşîna lehengiyê neçar ma daxwazên gelê Kurd ên mafdar qebûl bike. Bi peymana ku di 11ê Adara 1970î de hat îmzekirin, Rejîma Iraqê bi fermî mafê otonomiyê yê gelê Kurd qebûl kir.