Tora Medyayî ya Rûdawê reftara xirab a karmendê UNESCOyê li hember rojnamevaneke xwe şermezar dike

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê pir dilgiran e ji reftara xirab a karmendê rêxistina UNESCOyê ya di dema serdana Rêvebera Giştî ya UNESCO Audrey Azoulay ji bo bajarê Mûsilê li hember peyamnêra torê Peyam Serbest û kameramanê wê. Ev bûyer di 7ê Adara 2023an de, rojekê berî Roja Cîhanî ya Jinan li Mûsilê qewimî.

Rojnamevana Tora Medyayî ya Rûdawê ji aliyê karmendê UNESCOyê û karmendên ewlehiyê ve bi zorê hat derxistin, tenê ji ber ku wê di civîna çapemeniyê de pirsek ji Rêvebera Giştî ya UNESCOyê kiribû. Ev kar binpêkirineke eşkere ya mafên rojnamevanî û azadiya derbirînê ye. Rûdaw wek saziyeke nûçeyan li navçeyekê kar dike ku azadiya çapemeniyê û mafên mirovan gelek caran dikevin bin gefê de. Lewra em di wê baweriyê de ne ku ev karê UNESCOyê bi tevahî berovajî wan nirxan e ku divê ew rêxistin wan biparêze.

Tora Medyayî ya Rûdawê daxwaz dike ku rêxistina UNESCO bi awayekî fermî daxwaza lêborînê bike û li ser wê reftara ku li hember peyamnêra me hat kirin daxuyaniyê bide. Em daxwazê ji rêxistina UNESCOyê dikin ku pêngavên cidî û bilez bavêje ji bo piştrastbûna ji dubarenebûna bûyerên bi vî rengî, her wiha ji bo nîşandana niyetpakiya rêxistinê ya bilindragirtina nirxên azadiya rojnamevanî û azadiya derbirînê û mafên mirovan.

Baweriya me ya tam heye ku divê rêxistinên navdewletî yên wek UNESCOyê nimûneyî bin û berevaniyê li mafên rojnamevanan bikin ji bo ku bikaribin karên xwe bê tirs û dirustkirina astengiyan pêk bînin. Ev reftara karmendê UNESCOyê li hember peyamnêra me, bi temamî binpêkirina van prensîban e.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê
11ê Adara 2023an