Banga Nêçîrvan Barzanî bo Peymana 11ê Adarê: Bila şaşiyên berê ji bo me bibine ders

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 53yemên salvegera peymana 11ê Adarê peyamek belav kir û dibêje “Di wê rewşa dijwar û aloz a navçeyî û navdewletî de serkeftineke mezin û giringtirîn belgeya fermî bû ku beşek ji mafên gelê Kurdistanê û rewabûna doza wî bi cîhanê da naskirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 53yemîn salvegera peymana 11ê Adarê pîroz kir û got “Ew Şoreşa Îlonê ya sala 1970 bi serokatiya nemir Barzanî ligel hikûmeta Iraqê bi bîr tînin. Em silav li giyanê hemû şehîdên Kurdistanê û cangoriyên ku beşdarî Şoreşa mezin a Îlonê bûne.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje “Rêkeftina 11ê Adarê di wê rewş û hevkêşeya dijwar û tevlîhev ya herêmî û navdewletiya hîngê da, serkeftinek mezin û girîngtirîn belgenameya fermî ya pejirandî bû ku hindek ji mafên gelê Kurdistanê nas kir û rewatiya doza wî bi cîhanê gihand. Ew rêkeftin bû bingeha sereke ya hemû destkeftên paştir yên gelê Kurdistanê her ji serhildanê heta avakirina parlamento, hikûmet û federalîzmê.

Barzanî bal kişand ser giringiya Peymana 11ê Adarê û got “Rêkeftina 11ê Adarê çareseriyeke nimûneyî bû ku dikaribû Iraq û gelê wê bi temamî ber bi çarenivîseke geştir ve bibe û bike yek ji welatên herî pêşketî yên navçe û cîhanê. Lê poşmaniya rayedarên Iraqê û hilbijartina mentiqê hêzê li şûna hêza mantiqê, ji şer, êş, paşveman û bihederdana serwet û samanên welêt pêve tiştekî din ji Iraqê ra neanî. Iraq hê jî baca wê şaşiyê dide.”

Serokê Herêma Kurdistanê  bi vê helkeftê bang li hemû hêz û aliyên Iraqî û Kurdistanî kir ku ders û pendê ji vê dîrokê werbigirin û wiha berdew kir “em hemû ji şaşiyên berê sûd bibînin. Werin em dewlemendî û îmkanên maddî û mirovî ji bo pêşxistina welat û bextewariya welatiyan bikar bînin. Werin em bi hev ra ji bo parastina mafên hemû pêkhateyên Iraqê, sîstema federalî, serwerî, aştî û aramiya welat kar bikin. Werin em hemû bi hevqebûlkirin, tolerans, pêkvejiyan, biratî û yekrêzî, ji bo avakirina welatekî avedan, jiyaneke xweş û bihêz ji bo paşerojeke baştir bi hev ra kar bikin.

Bi rûmet be bîranîna rêkeftina 11ê Adara 1970ê. Silav li giyanê şehîdan.”

Peymana 11ê Adarê

Peymana 11ê Adarê ku ji 15 xalan pêk tê, bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî di navbera Kurd û rejîma Beis a Iraqê de hat îmzekirin.

Di sala 1961’an de Kurdan bi pêşengiya Mela Mistefa Barzanî li Başûrê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd li dijî rejîma Iraqê ‘Şoreşa Îlonê’ dan destpêkirin.

Rejîma Baasê ya Iraqê piştî 9 salên têkoşîna lehengiyê neçar ma daxwazên gelê Kurd ên mafdar qebûl bike. Bi peymana ku di 11ê Adara 1970î de hat îmzekirin, Rejîma Iraqê bi fermî mafê otonomiyê yê gelê Kurd qebûl kir.