HUDA-PAR derbarê hilbijartinan de li Amedê dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) ku partiyeke Îslamî ya Bakurê Kurdistanê ye bi rojeva hilbijartinan civînekê saz dike.

Navenda ragihandinê ya HUDAPARê ragihand ku roja Şemiyê 11ê Adara 2023an encûmena serkirdayetiya wê partiyê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de civînekê saz dike.

Civîn bi beşdariya Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu ye û biryar e piştî civînê nexşe-rêya hilbijartinan a partiyê bê ragihandin.

HUDA-PAR nêzîkî Hevpeymaniya Cumhur a bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan e û di hilbijartinên berê de jî piştîvaniya AKPê û Hevpeymaniya Cumhur kiribû. Tê pêşbînîkirin ku di van hilbijartinan de jî bi heman awayî ligel Hevpeymaniya Cumhur beşdarî hilbijartinan bibe.

Berdevkê HUDA-PARê Serkan Ramanli roja Înê 10ê Adara 2023an di bernameyeke televîzyonî de ragihand ku wan bo beşdarbûna Hevepeymniya Cumhur ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hevdîtinek pêk anîne û gotibû:”Eger biryara beşdarbûna Hevpeymaniya Cumhur bê wergirtin em dê sibe (îro) bi raya giştî re parve bikin.”

Li ser pirseke derbarê egera beşdarbûna partiya wî bo Hevpeymaniya Millet jî Ramanli gotibû wan ti pêşniyarek ji Hevpeymaniya Millet wernegirtine.