Serok Barzanî: Pêwîst e Şingal radestî xelkê resen ê bajêr were kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ligel li Mîrê Êzidiyan, Baba Şêx û Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan civiya û di wê hevdîtinê de got ku pêwîst e Şingal radestî xelkê resen ê bajêr were kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Adara 2023an pêşwazî li Mîrê Kurdên Êzidî, Mîr Hazim Tehsîn Beg, Şêx Baba Şêx Elî Elyas û Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan kir.

Li gor Ofîsa Serok Mesûd Barzanî, di hevdîtinê de Mîrê Kurdên Êzidî îr Hazim Tehsîn Beg behsa encamên serdana xwe ya li derveyê welat ji bo Serok Barzanî kir, her wiha pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo azadkirina Şingalê û parastin û piştevaniya Kurdên Êzîdî û pêkhateyên din nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîst e bi zûtirîn dem rêkeftina Şingalê were bicihkirin û astengiyên li ber vegerandina koçberan a ji bo warên bab û bapîrên wan nemînin.

Serok Barzanî derbarê pirsa Şingalê de jî anî ziman ku ew bi her awayî piştevaniya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dikin.

Serok Barzanî herwiha got: “Pêwîst e hêzên li derveyê yasayan  ji Şingalê derkevin û rewşa Şingalê bê asayîkirin û Şingal radestî xelkê resen ê bajêr were kirin.”

Di heman demê de Serok Barzanî amadebûyên civînê ji wê yekê piştrast kir ku bi tu awayekê rê nadin Kurdên Êzidî tûşî dilgiranî û îhmalkirinê bibin.