Malbateke Rojavayê Kurdistanê li garaja Kampa Dareşekranê dijî

11-03-2023
RÛDAW
Malbateke Rojavayê Kurdistanê li garaja Kampa Dareşekranê dijî
Malbateke Rojavayê Kurdistanê li garaja Kampa Dareşekranê dijî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke ji Rojavayê Kurdistanê li nav garaja Kampa Dareşekranê ya li Hewlêrê dijî, ew malbat dibêje ew dixwaze li nav kampê bên bicihkirin.

Ev 15 rojin malbateke penaber a ji bajarê Qamişlo ku ev ji sala 2019an ve hatine Herêma Kurdistanê, li nav garaja Kampa Dareşekranê ya li Hewlêrê dijî.

Xwediyê malê Bawer Hemo dibêje, ew karker e, ji ber ku nexweşiya feqeratan pêre heye êdî nikare karê giran bike, nikariye kirêya malê tê de dima bide.

Bawer Hemo herwiha da zanîn ku xwediyê mala kirê kirîbû jê xwestiye ji mala wî derkeve ew jî derketiye û çûye li garaja kampê bi cî bûye.

Hemo got: “Em di xaniyê kirê de bûn û ew xanî jî ji destê derket. Kirêya min 150 hezar dînar bû û min 25 hezar dida elektirîkê. Ez karker bûm. Nexweşiya feqeratan bi min re çê bû. Rojekê min blok rakirin wiha li min hat. Pişta min diêşe û êdî ez nikarim kar bikim. Min nekarî ez êdî kirêya xanî bidim, carna malxwezûra min ji me re dibû alîkar.”

Hemo daxwaza alîkariyê dike û dibêje: “Em diçin ba îdarê ew dibêjin herin nav UN û em diçin ba UNê ew jî dibêjin herin ba îdarê. Em dixwazin me li vê kampê bicih bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst