PAKURDê li ser erdhejê raporeke berfireh amade kir

11-03-2023
RÛDAW
Nîşan PAKURD Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Komîsyona Erdhej û Karesatên Xwezayî ya Partiya Kurdistanî (PAKURD) li ser erdhejên mezin ên Mereşê ku bandor li çend bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê kiribû û wêraniyeke mezin li dû xwe hîştibû raporeke berfireh amade kir.

Komîsyona Erdhej û Karesatên Xwezayî ya Partiya Kurdistanî (PAKURD) ji Tora Medyayî Rûdawê re ragihand wan di raporê de bal kişande ser erdnîgariya herêmê û rewşa siyasî û demografîk, her wiha ziyanên canî, xemsarî û tedbîrên ku divê bên girtin jî di raporê de cih girtin.

Di 6ê Sibata 2023an de bi dema herêmî di demjimêr 04.17an li navçeya Bazarcix a Mereş a Bakurê Kurdistanê bi hêza 7.7 erdhejek pêk hat. Heman rojê di demjimêr 14:00an de erdheja duyem a bi pileya 7.6 vê carê jî li navçeya Elbistanê rû da.

Di encama erdhejê de li bajarên herêma erdhejê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê yên wek Mereş, Semsûr, Dîlok, Osmaniye, Meletî, Riha, Amed, Kilîs, Kobanî, Minbic, Ezaz, Efrînê û Edene, Hatay, Heleb û gelek avahî, nexweşxane, sazî, firokexane, gund û rê bi temamî hilweşiyan.

Komîsyona Erdhej û Karesatên Xwezayî ya PAKURDê di rapora xwe ya li ser erdhejê de ku li gorî amarên fermî 47 hezar û 932 kesan canê xwe ji dest dane, destnîşan kir derdora 150 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

“Tê dîtin ku derdora 150 hezar kesan canê xwe ji dest dane”

Di raporê de hat destnîşankirin ku li ser hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane ti amar nînin hat gotin, “Guman heye ku dewlet hejmara kesên canê xwe ji dest dane bi tevahî eşkere bike.”

Di raporê de tê gotin, “Çavdêrên serbixwe û xebatkarên Komîsyona Erdhejê ya PAKURDê yên ku li qadê dixebitin diyar kirin ku reqemên ku hatine eşkerekirin kêm in” û hat destnîşankirin ku hejmara avahiyên ku bi temamî hilweşiyane zêdetirî 30 hezaran e û hejmara avahiyên ku ziyaneke mezin gihîştinê ye jî zêdetirî 160 hezaran e.

Di raporê de li ser hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane jî tê gotin, “Dema rêjeya nifûsa bajarên herêmê û hejmara avahiyên bi temamî hilweşiyane bên hesabkirin, tê dîtin ku hejmara kesên kesên ku canê xwe ji dest dane derdora 150 hezar kesan e. Ji ber ku erdheja yekem ber bi sibehê rû da bi awayekî xwezayî hejmara qurbaniyan jî zêde kiriye.”

“Di dema xebatên erdhejê de gund hatin piştguhxistin”

Di rapora PAKURDê de hat gotin ku rêjeya nifûsa gundan li herêma erdhejê ji sedî 40 bû û hat gotin, “Di xebatên erdhejê de gund hatin piştguhxistin. Tevî ku mehek di ser erdhejê re derbas jî bû, li ser wêraniya gundan û hejmara dewar û pezên ku mirar bûne, agahî nehatine bidestxistin.”

Li aliyê din di raporê de hat destnîşankirin ku ji ber ambargoya heyî ya li Sûriyê û ji ber nebûna hêzeke dewletî ya birêxistin li herêmên di bin dagirkeriya grûpên çekdar û Îslamî yên ser bi Tirkiyê de, di 5 rojên destpêkê de ti mudaxeleyeke rasterast nehatiye kirin, alîkarî û alavên rizgarkirinê yên hatine şandin jî ji aliyê van koman ve hatine “talankirin”.

“Divê wek Zarokên Winda yên Erdhejê di dîrokê de neyên nivîsandin”

Di rapora Komîsyona Erdhej û Karesatên Xwezayî ya PAKURDê de hat destnîşankirin ku bi erdhejê re pirsgirêka zarokên winda û bêkes derketiye holê û hejmareke zêde ya zarokên ji erdhejê rizgar hatine rizgarkirin winda ne û hatin gotin, “Ji nexweşxaneyan pitik û zarokên ku bêkes mabûb bi firokeyên taybet bi taybetî ber bi Enqereyê ve hatin veguhestin û li ser çarenûsa wan ti daxuyaniyeke zelal nehat dayîn. Li ser ragihandina ku dê van zarokan bidin malbatan ku di çapemeniyê de jî cih girt ji aliyê netewperestên Tirk ve hewl hatine destpêkirin û Serokê MHPê Devlet Bahçelî ragihand ku ew ê bi rêya weqfa xwe hinek zarokan werbigirin. Li aliyê din wêne û nûçeyên dayîna zarokan ji bo terîqet û cemaetên Tirkan di çapemeniya Tirkiyê de cih girtin û li ser vê mijarê nîqaşên tirsnak hatin kirin. Divê raya giştî ya Kurd nehêle ku piştî heftê salan ev zarok jî bi navê Zarokên Winda yên Erdhejê wek Keçên Winda yên Dêrsimê di dîrokê de werine nivîsandin.”

“Sûriyeyî wek diz û talanker hatin binavkirin û rastî lîncê hatin”

Di raporê de penaberên Sûriyeyî jî cih girtin ku ev demek e li Tirkiyê weke sedema her cure aloziyên civakî têne dîtin.

Di raporê de hat ragihandin ku Sûriyeyî piştî erdhejê wek "diz û talanker" hatin binavkirin û rastî lîncê hatin, “Di tawanên nefretê yên li dijî penaberan de zêdebûnek rû da û hat dîtin tevî ku mehek di ser erdhejê re derbas bûbe jî alîkarî li ziyandîtiyên Sûriyeyî nehatiye kirin. Di erdheja li ser sînorên Tirkiyeyê de nêzî 5 hezar welatiyên Sûriyeyê canê xwe ji dest dan û hat ragihandin ku ji ber van bûyeran zêdetirî 42 hezar welatiyên Sûriyeyê vegeriyane.”

“Dest danîne ser alîkariyên komele û partiyên siyasî yên Kurdan”

Di raporê de hat gotin “ji ber ku saziyên wan ên weke Kizilay-AFADê ve alîkarî xistine bin destên xwe, gihandina alîkariyên rêxistinên Kurdan zehmet bûye” û hat ragihand “her çend tê dîtin ku Heyva Sor a Kurdistanê ku navenda wê li Ewropayê ye, bi rêya hin rêxistinên hevkar û Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ya li Başûrê Kurdistanê bi hêzên serdest ên li herêma erdhejê, bi taybetî li Tirkiyeyê, hin çalakiyan dimeşînin lê dest danîn ser alîkariyên gelê Kurd ên bi rêya komele û partiyên siyasî yên wekî HDPê hatine şandin, navendên belavkirina alîkariyê ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatine birêvebirin û ji aliyê rayedarên AFADê ve hatin belavkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst