Li 11 bajarên erdhejê avakirin heta demekê hat rawestandin

Amed (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi ragihandina giştînameyek li 11 bajarên erdhejê bo mehekî kar û barên lêkirina avahiyan bi giştî da rawestandin.

Biryara ku bi giştînameyê hatiye girtin de ji ber paşerdhejan taybet valakirina bêtonê hatiye qedexekirin. Li gorî giştînameyê avahiyên ku lêkirina wan berdewam in divê di nav mehekî de ji saziyên pêwendîdar raporên pêwîst ên teknîkî bigrin û li gor wan raporan yê destûra berdewamiya çêkirina avahîyan were dayîn.

Serokê Komeleya Avahîsazên Amedê Ezîz Elaldi got “Bi biryara wezaretê rawestîna lêkirina avahiyan helbet em rast dibînin. Weke ku di biryarnameyê de jî hatiye diyarkirin, ji bo avahiyan jî raporên ji bo apartmanan tê dayîn pêwîst e. Yanî avahîsazek here bêjê ziyan hatiye piştraskirin û di avahiya min de pirsgirêk heye, yan jî tuneye yanî li gor wî rapora li ber destê wî dikare çêkirina xwe dewam bike.”

Odeya Endezyarên Avahîsaziyê ya Amedê jî biryara Wezareta Navxwe di cîh de dibînin.

Birêveberê Odeya Endezyarên Avahîsaziya Amedê Zekî Şîmşek dibêje “Ji ber ku hêj zelzele dewam dikin em nizanin çi dê were pêşiya me. Yanî di vê demê de ku bêton were valakirin û zelzele jî çêbe dê zirar bide bêtonê. Yanî di vê rewşê de ew înşaata hêj nehatiye şixulandin îja dê ji erdhejê zirar bibîne. Ji ber wî me gotibû bila înşaat werin sekinandin.”

Ji ber metirsiya erdhejê  giştî alîyên pêwendîdar  biryara hatîye girtin pêwîst û di cîh de û dibînin, lê avahîsaz balê dikşînin ser xalek din a girîng ku ew jî mexdûriyeta avahîsaz û karmendên vê kertê ne bi vê biryarê debarkirina bi hezaran kesan jî ketiye bin metirsiyê.

Avahîsaz Cîhan Gunay anî ziman “Ev yek dê bibe sedema karesetek duyem. Di bazara hundur de ev yek dê pirsgirêkan derxe. Rawestandina valakirina bêtonê baş e lê karên din yê biçûk û sivik divê dewam bikin. Divê welatî mexdûriyetek duyem nejîn. Lewra welatiyên xebatkar hene, karker hene, divê ew bixebitin û nan bibin malên xwe.”

Biryar ji bo mehekî hatiye girtin lê heke paşerdhej berdewam bin, dibe ku proseya rawestandina çekirina avahîyan were dirêjkirin.