Mesrûr Barzanî: Ev rêkeftin peyameke zelal a gelê Kurdistanê bû

11-03-2022
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Rêkeftina 11 Adarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta 52mîn salvegera îmzekirina Rêkeftina 11ê Adarê peyamek belav kir û ragihand, ev rêkeftin “peyameke zelal a gelê Kurdistanê bû ku her dem bawerî bi danûstandin, gotûbêj û çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan heye”. Mesrûr Barzanî têkildarî pirsgirêkên niha yên di navbera Hewlêr û Bexdayê jî gor, “Em amade ne li ser esasê Destûrê diyalogeke berhemdar bikin.”

Îro 52 sal di ser Rêkeftina 11ê Adarê re derbas dibin ku têde bo yekemîn car bi fermî ji aliyê dewleta Iraqê ve mafê otonomiyê bo gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê hat naskirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi vê helkeftê peyamek belav kiriye û têde ragihandiye, “Îro 52 sal di ser rêkeftinnameya 11ê adara 1970an re derbas dibe, wê demê şoreşa gelê Kurdistanê bi serokatiya rêberê niştimanî Mistefa Barzanî yê Nemir, hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir ku beşek ji maf û daxwazên gelê Kurdistanê qebûl bike.”

Di peyamê de hatiye diyarkirin: “Ev rêkeftin peyameke zelal a gelê Kurdistanê bû ku her dem bawerî bi danûstan û gotûbêj û çareseriya aştiyane ya kêşeyan heye.”

Mesrûr Barzanî dibêje, “Îro em di demekê de wê rojê bi bîr tînin ku mixabin hîn jî hinek kes hene dixwazin mafên xelkê Kurdistanê û mafên wan ên destûrî înkar bikin, lê em bi ti awayî dest ji mafên xwe bernadin.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, “Rêkeftina 11ê Adarê encama xweragirî û qurbanîdanên Pêşmergeyên qehreman û xelkê Kurdistanê bû di şoreşa mezin a Îlonê de ku xwediyê çendîn destan û destkeftên mezin û dîrokî ye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst