Nêçîrvan Barzanî: Divê sîstema federalî li Iraqê bê parastin

11-03-2022
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Rêkeftina 11 Adarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Rêkeftina 11ê Adra 1970 peyamek belav kir û ragihand, “Eger desthilata wê demê ya Iraqê rêz li wê rêkeftinê girtiba, dê welat û paşeroja nifşên wê ji çendîn şer û zehmetiyan biparastiba û niha Iraq bi tevahî welatekî din ê seqamgîr û avedan û pêşkeftî bû.”

Îro 52 sal di ser Rêkeftina 11ê Adarê re derbas dibin ku têde bo yekemîn car bi fermî ji aliyê dewleta Iraqê ve mafê otonomiyê bo gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê hat naskirin. Serokê Herêma Kurdistanê wê rêkeftinê weke “destkefteke dîrokî” bi nav dike û dibêje, “Rêkeftina 11ê Adarê giringtirîn destkefta dîroka nû ya têkoşîna azadîxwazî ya gelê Kurdistanê ye ku bû yekem belgenameya yasayî û naskirina mafên wê yên rewa.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Tevî ku desthilata wê demê ya Iraqê paşê ji wê rêkeftinê poşman bû, lê belê bû bi sedema nasandina doza gelê Kurdistanê li ser asta cîhanê û bingehek bo destkeftên wê yên paşê yên di raperînê de û damezrandina statuya destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê.”

Di beşeke din a peyamê de, Serokê Herêma Kurdistanê ragihandiye, “Divê em hemû li Iraqê îbretê ji wê dersê werbigrin û bi parastina federalîzmê û mafên destûrî yên hemû pêkhateyên Iraqê, niha û paşerojeke baştir ji bo nifşên xwe dabîn bikin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha bi rêzgirtin şehîdên Kurdistanê bibîr tîne û dibêje, “Bila em vê helkeftê bikin handerê pêkvebûn, tifaq û yekrêziya gelê Kurdistanê ku wê demê jî serkeftin û Rêkeftina 11ê Adarê jê çê bû, her bi wê jî em dikarin maf, niha û paşeroja statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Rêkeftina 11ê Adarê berhema Şoreşa Îlonê ya tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê bi rêbertiya Mele Mistefa Barzanî bû û roja 11ê Adara 1970an di navbera hikûmeta wê demê ya Iraqê û serkirdatiya Şoreşa Îlonê de hat îmzekirin. Li gor wê rêkeftinê, dewleta Iraqê bo yekemîn car bi fermî mafên gelê Kurdistanê nas kir, herwiha mafê otonomiyê bo gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê hat naskirin.

Li gor rêkeftinê biryar bû di rêya serjimêriyeke giştî re sînorên navçeya otonom a Kurdistanê bê diyarkirin, lê hikûmeta Iraqê piştî ku bihêz bû rêkeftin binpê kir û êrîşî Kurdistanê kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst