Li Mêrdînê xebatên berhemên dîrokî

11-03-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Mêrdîn Berhemên Dîrokî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev xebatên hilweşandina avahiyeke 4 qatî ne, ku dîtina Mizgefta Latîfiye ya berî 651 salan hatiye avakirin, asteng dike.

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo dewrûberê berhemên dîrokî bên vekirin û geştyar serdana wan bikin, avahiyên di salên dawî de li derdora wan hatine çêkirin, tên hilweşandin.

Parêzgarê Mêrdînê Mahmut Demirtaş dibêje “Îro jî em apartmana Akin ya em ji sala 2010ê ve bi rêveberiya xwe re li ser sekinîne û dadgehê derbarê wê de biryara hilweşandinê da, hildiweşînin.”

Parêzgariya Mêrdînê, dê xebatên hilweşandina avahiyên ku dîtina berhemên dîrokî asteng kirine berdewam bike. Biryar e bi temamî 240 avahî bêne hilweşandin, ku heya niha hilweşandina 90 avahiyan hatiye temamkirin.

Mahmut Demirtaş got jî “Mizgefta Latîfiyê ya salên 1370ê hatiye avakirin û mînareya wê dê bê dîtin. Çinku, ev avahiyên qaçax heya îro dîroka me jî vedişartin.”

Bajarê Mêrdînê, ku du caran bûye namzetê UNESCOyê, ligel hejmareke zêde ya Kurdên Misilman û Êzidî, bi nişteciyên Suryan, Keldan, Ermen û Ereban û zimanên Kurdî, Erebî, Asûrî û Tirkî bajarekî pêkvejiyanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst