Partiyên Kurdî: Cerdevan rê nadin Êzidî vegerin ser gundên xwe

11-03-2021
RÛDAW
Nîşan PAK PDK-Bakur Pêlkurd Tevger PSK Kurdên Êzidî Kurd Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş nerazîbûn nîşanî rêlibergirtin û êrişa li ser hemwelatiyên Êzidî da ku dixwazin vegerin ser gundên xwe yên li Êlih û Mêrdînê û her 5 partiyên Kurdî daxwaz kirin ku ew êriş bi dawî bên û Kurdên Êzidî bi serbestî û bêyî ku bitirsin vegerin ser zevî û gundên xwe.

PDK-Bakur, PAK, PSK, Pêlkurd û TEVGER di daxuyaniya xwe de amaje bi wê dikin, “Êzidiyên Bakurê Kurdistanê , ku her tim di bin zilm û zordariya dewleta dagirker de bûn û tûşî gelek fermanan bibûn, di vê dawiyê da, ji ber rewşa şer û di bin zexta dewlet û nokerên wê yên navçeyê, neçar man warê bav û kalên xwe bi ci bihêlin, zevî û bax û baxçe û malê xwe biterikînin û koçberî welatên Ewropayê bibin.”

Hinek hêz û aliyên navçeyê, ku bi salan zêviyê Êzidiyan ajotin, ji mal û bax û baxçeyê wan îstîfade kirin, îro jî nahelîn Êzidî vegerin bo ser mal û milkên xwe. Gelek astengiyan  derdixin ber pêşiya wan.

Ew partî dibêjin, “Nokerên rejimê yên navçeyê û parêzvanên gund, ku dur ji dab û nerîteyê Kurdî, dur ji nirxên mirovatî û exlaqê, dest daniîne ser mal û milkên Êzdidiyan, îro jî guh nadin biryarên dadgehan.”

Partiyên Kurdî di daxuyaniya xwe de bal kişandine ser helwesta saziyên fermî jî û diyar dikin, “Saziyên fermî yên navçeyê jî, bi armanca ku dijberiyê di navbera Kurdên Misilman û Êzidî kur bikin, berjewendiyên wan kesên ku bi zorê dest dane li ser milkên Êzidiyan diparêzin û ji bona cîbicîkirina biryarên dadgehê karên pêwîst nakin.”

Ew partî tekez dikin, “Xuşk û birayên me yên Êzidî, ku dixwazin vegerine gundên xwe îro ji her demê pirtir hewcedariya alikarî û piştgiriya me ne” û piştgiriya xwe bo “vegera xwşk  û birayên xwe yên  Êzidî bo ciyê bav û kalan” dikin.

Herwiha partiyên Kurdî bang li hemu rêxistinên mirovî, dost, rêxistinên mafê mirov, baro û rûsipiyên  herêmê, hemû partiyên siyasî û nunerên herêmê dikin “bi hawara xwîşk  û birayên me Kurdên Êzdiyan da biçin. Bikevin navberê da ku birîna me a dirokî kûr nebe. Em banga hemû hêzên hestyar û welatparêz dikin, ku bona parastina mafên Êzidiyan û piştgiriya li wan, destê xwe bidine hevûdu û înîsiyatîfekê ava bikin.”

Her di wê daxuyaniyê de tekezî li ser wê hatiye kirin, “Mafê xwîşk  û birayên me yên Êzidî ku yek ji perçeyek netewa Kurd in heye ku ew di welatê xwe Kurdistanê da bi awayekî ewle jiyana xwe bidomînin û hebûna xwe ya neteweyî û çandî biparêzin. Xebat ji bo vê armancê, erkeke neteweyî, însanî û ehlaqî ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye gotin, “Em ji raya giştî ra diyar dikin ku heta daxwazên rewa yên birayên me yên Êzidî cîh bi cih bibin emê têbikoşin û pirsa hanê bişopînin. Divê Êzidî bê tirs û xof û bi awayekî azad vegerên warê bav û kalên xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst