Rovî bû sedema telefbûna 44 mihan

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Elbakê ya Wana Bakurê Kurdistanê, rovî ket govê û bû sedema telefbûna 44 mihan.

Li gundê Oculer ê navçeya Elbakê rovî ket gova welatiyê bi navê Vefa Yildirim. Mihên di govê de wisa guman kirin ku rovî, gur e, û ji tirsa dan ser hev.

Di encamê de 44 mihên di bin mihêndin  de mane telef bûn û berxên wan jî bê dayîk man.

Vefa Yildirim piştî ku mihên xwe di rewşê de dît, rayedarên Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê agahdar kirin.

Tîma Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê çû cihê bûyerê û di encama lêkolînên xwe yên destpêkê de diyar kir ku ji ber tirsa ajelekî kovî mihan hevdu pelixandine.

Xwediyê mihan Vefa Yildirim jî diyar kir ku wî bi çavên xwe dîtiye sibê roviyek ji govê derketiye û got: “Berbanga sibê ji bo giya bidim mihan ez çûm govê. Min dît ku roviyek ji govê derket û reviya. Dema ez ketim hundirê govê min dît ku 44 mihên min telef bûne. Di destpêkê de min hest pê kir ku gur ketiye govê, lê min temaşe kir hîç xwîn nîne.”

Yildirim herwiha da zanîn ku berxên wî jî bê mak mane.