Îro salvegera rêkeftina 11ê Adarê û serhildana Hewlêrê ye

11-03-2019
RÛDAW
Îro ji bo Başûrê Kurdistanê du helkevtên giring hene; Rêkeftina 11ê Adarê û Raperîna Hewlêrê
Îro ji bo Başûrê Kurdistanê du helkevtên giring hene; Rêkeftina 11ê Adarê û Raperîna Hewlêrê
Nîşan Kurdistan Hewlêr Raperîn Rêkeftina 11ê Adarê Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro hem salvegera serhildana Hewlêrê ye ku li Başûrê Kurdistanê weke Raperîn tê naskirin, û hem salvegera rêkeftina 11 Adarê ye ku di navbera tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û hikûmeta berê ya Beis a Iraqê de hat îmzekirin.

 

Ew rêkeftin yekem danpêdana rejîma Beis bi mafên Kurdan li Iraqê û Başûrê Kurdistanê bû. Rêkeftin berî 49 salan ji aliyê Ehmed Hesen Bekir ve li Bexdayê hat xwendin.

 

Siyasetvanê navdarê Kurd, Mehmûd Osman ku di danûstandinên rêkeftina 11ê Adarê de beşdar bûye, di vê fîçerê de behsa vê rêkeftinê dike, herwiha kesên bi temen ên Hewlêrê jî behsa rêkeftina 11ê Adarê û bûyerên piştî wê dikin.

 

Rêkeftina 11 Adara 1970an, encam û berhema Şoreşa Eylûlê (Îlonê) ya Tevgera Rizgarîxwaza Başûrê Kurdistanê ya bi serkirdatia Mele Mistefa Barzanî bû, ku piştî çendîn salan ji şer û pevçûnên giran, hikûmeta Iraqê li bermaber şoreşa Kurdî neçar bû ku dest bi danûstandinê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst