BAŞÛR – Hevpeymanan Çiyayê Qereçoxê bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hevpeymaniya Navdewletî îşev Çiyayê Qereçox li Mexmûrê bombebaran kirin.

 

Li gorî zanyariyan, di vê êrişa firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî de komeke çekdarên DAIŞê hatine biarmancgirtin.

 

Fermandarê Pêşmerge li Mêhwera Guwêr-Mexmûr, Sîrwan Barzanî jî ji Rûdawê re ragihand, “firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî demjimêr 20:00ê îşev Çiyayê Qereçoxê bombebaran kirin.”

 

Sîrwan Barzanî da xuyakirin, “di êrişê de komeke çekdarên DAIŞê bûne armanc û di encamê de 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.”

 

Bi gotina Sîrwan Barzanî, “cihê ku ji aliyê firokeyên şer ên hevpeymanan ve hatiye bombebaranirin, tenê kîlometrekê ji çeperên hêzên pêşmerge ve dûr e.”

 

Wî fermandarê pêşmerge tekez kir, cihê ku hatiye bombebarankirin, stargeheke çekdarên DAIŞê li başûrê Çiyayê Qereçoxê bûye.