Kujerên sê endamên malbata Xirîstiyan hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Navxweyî ya Iraqê desteserkirina grûba ku 3 endamên malbateke Xirîstiyan ser jê kiribûn ragihand.

 

Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Iraqê Se'd Mein bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên ewlehiyê duh (20-03-2018) wê grûba ku şeva pêncşemê li Bexdayê malbateke Xirîstiyan kuştibûn desteser kir.

 

Se'd Mein diyar dike ku derbarê endamên wê grûbê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û hemû rêkarên yasayî dê li dijî wan werin bikaranîn.

 

Şeva pêncşemê pizîşkekî Xirîstiyan, hevjîn û dayîka wî, li mala xwe ya li devera Meştel a Bexdayê, ji aliyê çend kesan ve bi kêrê hatibûn serjêkirin û kujeran zêr û pereyên wan revandibûn.

 

Berî niha jî bûyerên êrişkirina ser welatiyên Xirîstiyan li Bexdayê û deverên din ên jêra Iraqê, bûbû sedema reva Xirîstiyanan û hejmareke mezin berê xwe dabûn Herêma Kurdistanê.

 

Serokê Komeleya Iraqî ya Mafên Mirovan a li Amerîkayê Hemîd Murad eşkere dike ku ji sala 2003an ve heta niha ji deverên cuda yên Iraqê zêdetirî hezar û 220 Xirîstiyan hatine kuştin û dibêje: “Êş û jana mezin piştî hatina DAIŞê dest pê dike, %81ê Xirîstiyanan aware bûn.”

 

Hemîd Murad diyar dike ku di sala 2000ê de hejmara Xirîstiyanan 850 hezar kes bûn li Iraqê, lê niha hejmara wan heta 200 hezaran kêm bûye.