Ferhad Pîrbal ji ber parlamentereke Tirkmen hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarê Kurd û mamosteyê Zanîngeha Silahedînê Ferhad Pîrbal li Hewlêrê ji ber gotinên xirab hat desteserkirin.


Rêveberê Polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Tellet ji Rûdawê re diyar kir ku nivîskarê Kurd Ferhad Pîrbal îro seat 11.00 bi ferman Dozgeriya Hewlêrê bi madeya 226 ya yasaya sizadana hejmara 111ê hate binçavkirin.


Ebdulxaliq Tellet anî ziman ku Pîrbal ji ber gotînên li hemberî parlamentera Tirkman a endamê Parlamentoya Kurdistaê Muna Qahwecî hate girtin.


Çend roj berê di girtevîdeoyeke li ser medya civakî hate belavkirin de Ferhad Pîrbal li hemberî Muna Qahwecî “gotinên xirab” bikar anibû.


Dr. Ferhad Pîrbal ji bajarê Hewlêrê ye û nivîskar û akademisyenekî navdar ê Kurd e. Pîrbal di sala 1983an de li Zanîngeha Selahadînê ya Herêma Kurdistanê beşa ziman û wêjeya Kurdî û di 1987an de jî li Zanîngeha Sorbonne ya Fransayê wêjaya Kurdî û Îrannasî xwend.


Ferhat Pîrbal heta niha 43 pirtûk nivîsandine.