Mihemed Hacî Mehmûd: Alternatîfê DAIŞê bi rê de ye û dê şerê kurdan bike

11-03-2015
RÛDAW
A+ A-

Hevpeyvîn: Newzad Mehmûd

Silêmanî (Rûdaw)- Nêzîka 8 meha ye ku sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd li Kerkûkê ye û serkirdatiya eniyeke şer li wir dike. Ew dibêje, Alternatîfê DAIŞê bi rê de ye û dê şerê kurdan bike.

Mihemed Hacî Mehmûd an jî “Kak Heme” wek ku li Başûr tê naskirin, behsa şehîdketina kurê xwe Eta jî dike û di hevpeyînekê de ligel Rûdawê dibêje ji ber şerê DAIŞê pêwist e li Kurdistanê “rewşa awarte” bê ragihandin.

Rûdaw: Li her eniyeke şer, berpirsekî hizbî yê mezin heye ku şer birêve dibe. Yanî ew pêşmergeyên kevn in û tecrûbeya wan a şerê partîzanî û şerê çiyê heye. Gelo fêda vê tecrûbeyê di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de hebû?

Mihemed Hacî Mehmûd: Bêguman çend xisletên awayê şerê serkirdên çiyê hene û ne tenê di şerê DAIŞê de, lê belê di hemû şeran de sûd ji wan tê dîtin.

Li eniyên şer jî ev tê hestkirin?

Her yek ji van serkirdan xwediyê ezmûneke dirêj e. Lewma di dema êriş û êrişên berevajî de, ew bêhnfirehtir û xweragirtir in. Pêşmergeyên kevn morala yên nû yan ciwan jî bilind dikin di dema şer de, çimkî ew ji ciwanan baştir dijmin nas dikin.

Bi plana Wezareta Pêşmerge û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû ku ew serkird herin eniyên şer an girêdayî nakokiyên PDK û YNKê bû?

Na, dema ez çûme Qeretepeyê ku teqînek pêk hatibû û çend pêşmergeyên kevn şehîd ketibûn, min dît hinek lingên destçêkirî ketibûn ku yên pêşmergeyên kevn û kêmendam bûn. Yanî ezmûn ji vî şerî re divê û me sûd dîtiye ji ezmûna pêşmergetiya çiyê.

Hêza nû rahênan nedîtiye û nehatiye amadekirin bo şerê demdirêj. Ezmûna 30 sal şerkirin ne kêm e. Ew endamên polîtbîroyê yên ku tu wan li wir dibînî, berê li çiyê serpel û serliq bûn.

Ango danîna wan li wir bi plan e?

Na ne plan e. Gava metirsî li ser deverekê çêbûye, serokê Herêma Kurdistanê fikiriye kê baş e, û Hemîd Efendî, Fazil Mîranî û Zeîm Elî hinartiye yan YNKê Mehmûd Sengawî û Şêx Ceifer û Mistefa Çavreş şandiye.

Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji te kir tu herî eniya şer?

Gava DAIŞ êrişî Şingal, Zumar, Qeretepe û Mexmûrê dike, armanca wê ya sereke Kerkûk e. Kok û naveroka mijarê bajarê Kerkûkê bi xwe ye. Sala 1991, ez li Kerkûkê birîndar bûm. Dîsa di dema damezrandina Hêza Dîcleyê de, ez çûm Kerkûkê û li wir mam. Wê çaxê zanyarî gihan min ku Wezareta Pêşmerge nedixwest ez herim wir.

Piştî ku DAIŞ liviya, min hêzek civand û ez çûme Kerkûkê, çimkî min zanîbû ku metirsiyeke mezin li ser Kerkûkê heye. Dûre kak Mesûd telefona min kir û got rewşa Kerkûkê di metirsiyê de ye. Kak Mesûd ji min re got divê yek ji me li Kerkûkê be, çimkî pêwistiya Kerkûkê bi hêz û piştevaniyeke mezin heye. Min wek erkekî neteweyî xwe amade kiribû herim Kerkûkê.

Berê hemû tîrên DAIŞê li Kerkûkê ye. Tu niha hest nakî du caran metirsî li ser Kerkûkê heye, DAIŞ ji aliyekî û Heşda Şeibî (komên çiî yên çekdar) hatine ber deriyê Kerkûkê?

Kerkûk ji wê xelekê derketiye ku tu bêjî tenê şêniyên Kurdistanê xwediyên Kerkûkê yên rastîn in, niha gelek aliyên din xwe wek xwediyên Kerkûkê dibînin. Bexda û hemû welatên erebî û Îran û Tirkiyê û tew Amerîka jî têne ser xetê û xeber didin.

Lê çiqasî metirsî li ser Kerkûkê heye, ewqasî jî çavdêrî li ser heye. Lewma niha nerînek peyda bûye ku eger Kerkûk di destê kurdan de be, êmin û parastî dibe.

Li ser asta navneteweyî jî ev nerîn tê qebûlkirin?

Eger Amerîka ne di vê baweriyê de be, balafiran naşîne da metirsiyê ji Kerkûkê dûr bike çimkî dizane ku Hêzên Pêşmerge Kerkûkê diparêzin. Ger ne wiha be Almanya çekan naşîne da li Kerkûkê bên bikaranîn. Îran jî bi eynî hawî.

Lê derket ku Ebadî ne desthilatdarê hemû Iraqê ye û niha zelal e ku du caran li erdnîgariya Libnanê, ji axa Iraqê di destê DAIŞê de ye.

Binhêre, eger tu biçî Bexdayê divê tu bi balafirê herî, DAIŞê hemû rê girtine û riyeke êmin di navbera Kurdistan û navçeyên şîe yên Iraqê de nemaye. Pêşmergeyên kurdan hene û li navçeyên sunnî DAIŞ heye. Li navçeyên şiî jî Heşda Şeibî şer dike.

Desthilata siyasî ku serokomar û serokê hikûmetê û serokê parlamentoyê ye her yek di destê aliyekî de ye. Tiştê hevbeş ku li Iraqê hebû, artêşa Iraqê bû û ew jî nema û parçe bû. Niha tiştekî hevbeş di navbera kurd, şîe û sunniyan de nemaye û Iraq di pratîkê de parçe parçe bûye.

Kurd ji dubarebûna ezmûna Celewla û Sadiye ditirsin lewma nahêlin Heşda Şeibî here Kerkûkê?

Heta niha Heşda Şeibî daxwaz nekiriye bikeve Kerkûkê. Her hêzek li dijî DAIŞê be, em hevkariya wê dikin û spasiya wê jî dikin. Lê ew dikarin li hêleke din şerê xwe bikin û neyên nav Kerkûkê.

Li kîjan hêlê?

Heşda Şeibî dikare here Amirlî û ji wir here Hewîce û Reşadê rizgar bike. Niha wan li dorhêla Kerkûkê 4 leşkergeh danîne û rahênanê dikin. Çimkî ev navçe ji wan re aramtir e. Niha ew bêhtir hewl didin riya Bexda û Tikrît û Xurmatûyê vekin. Baş e, çima ew naçin Enbar û Mûsilê rizgar nakin!.

Te şerê artêşa Sedam Hisên û DAIŞê jî kir. Cudahiya şerê herduyan çi ye?

Artêşa Sedam Hisên qerase, rêkxistî û bi çek û zirîpoş bû. Çek û balafirên artêşa Sedam pir nû bûn. Artêşa Sedam Hisên 8 salan li hember 80 milyon îraniyan şer kir. DAIŞ ne mîna artêşa Iraqê ye, lê hêzeke xwekuj e.


Cudahiyeke din jî heye. Berê ji sedî 5 ji pêşmergeyan jin û zarokên wan hebûn. Pêşmerge lêdifkirîn çawa dijmin têk bibin û di şer de biser kevin. Lê niha piraniya pêşmergeyan xêzandar in û xema jiyana zarokên xwe jî dixwin.

Di nav çekdarên DAIŞê de, ereb an biyanî bêhtir şer dikin?

Şerkerên biyanî yên DAIŞê kêm in. Yên ku bêhtir şer dikin ereb in. Biyanî bawer dikin ku şerê ol û mezhebê dikin. Lê ereb şerê ax û bawerî û siberoja neviyên xwe li vê deverê dikin. Lewma şerê ereban dijwartir e ji yê biyaniyan. Em navçeyên erebî wek axa welatekî din dibînin û lawên xwe li ser nadin kuştin.

Ev dora mehekê ye kurdan li tu eniyên şer êriş nekirine, çima?

Karê leşkerî bi plan tê kirin û ez nikarim her tiştî eşkere bikim. Lê divê beriya ku germa havînê dest pê bike, pêşmergeyan hemû navçeyên xwe girtibin.

Tu dikarî ji me re behsa şehîdketina kurê xwe Eta bikî?

DAIŞê êriş kiribû û Tellwerd girtibû ku metirsî bû li ser Kerkûkê. Piraniya hêzan bendewariya balafiran dikir. Yekem êriş bû, me bêyî piştevaniya balafiran êriş kir. Min zanîbû mana DAIŞê li Tellwerdê pir xirab e li ser Kerkûkê. Êvar bû, dinya tarî dibû. Me dest bi êrişê kir. Çavê min li ser hemû pêşmergeyan bû, Eta jî di nav de.

Me bacek giran da, me gelek şehîd dan. Lê serketina me jî pir mezin bû, çimkî me navçe bêyî piştevaniya balafiran rizgar kir. Bêguman min hest kiribû wê tiştek biqewime. Ez ditirsiyam balafir bi şaştî li me bidin. Min texmîn dikir ez jî bi saxîtî ji wir dernekevim.

Konferansên navneteweyî ne bi dilê kurdan in û li derveyî konferansan jî behsa mêrxasiya Hêzên Pêşmerge dikin, çima?  

Vêga planeke nû bi rê de ye di navbera Amerîka û Tirkiyeyê. Berê Amerîka, Erebistana Siudî û Pakistanê li dijî Sovyêta berê Qaîde ava kirin. Qaîde jî Taliban ava kir û dûre jî DAIŞ û Nusre jê çêbûn ku bûne mar û li stûyê avakerên xwe hatin pêçan.

DAIŞ li wan bûye bela niha. Vêga Amerîka û Tirkiyeyê dixwazin `pasevanên niştimanî bo sunniyan` ava bikin û wan bikin alternatîfê DAIŞê. Ango îslameke nerm li şûna DAIŞê ava dikin û Amerîka û Tirkiyeyê li ser vê li hev kirine. Alternatîfê DAIŞê bi rê de ye û bêguman ew jî dê şerê kurdan bikin.

Rewşa hikûmeta Kurdistanê ne baş e?

Ez fam nakim çima hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha rûniştiye? Ev 8 meh in şer heye, çima hikûmet “rewşa awarte” îlan nake? Bi kêmanî çima li Kerkûk, Xaneqîn û Şingalê rewşa awarte nehat ragihandin.

Hinek kes dibêjin balafir xwarin, çek û çekdaran digihînin ba DAIŞê?

Erê hin balafir diçin hêla DAIŞê û çekan ji wan re davêjin xwarê û çawa bixwazin tên û diçin. Em pir bi guman in ji vê yekê û bi baweriya min ew balafirên ku alîkariya DAIŞê dikin an iraqî û yan jî amerîkî ne!.                               

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst