Şirketa Ipsos: Rûdaw yekem e

11-03-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Di rapirsiyeke şirketa Ipsos ku li Başûrê Kurdistanê pêk aniye, televizyona Rûdawê wek yekemîn derket û ya duyem jî televîzyoneke hemereng e.

Şirketa Ipsos ku taybete bi lêkolînan û ofîsên wê li 84 welatan hene, ew rapirsî li nav xelkê Başûrê Kurdistanê pêk aniye.

Di rapirsiyê de derket ku televîzyona Rûdawê bi baweriya xelkê Başûrê Kurdistanê ji hemû televîzyonên nûçe, giştî û hemereng baştir e û yekema bê rikber e.

Duyem jî ne televîzyoneke nûçeya ne, lê hemereng e û bi 15 xalan piştî Rûdawê ye.

Di destpêka vê salê de, Ipsos encama rapirsiyekê belav kir ku televizyona Rûdawê bi yekema bê rikber derketibû.

Televîzyona Rûdawê ku di 29ê gulana sala 2013 weşana wê destpêkiriye, telefizyona herî berfereh û mezin a Kurdistanê ye û li piraniya welatên cîhanê weşana wê ya asmanî dikşîne û li hemû beşên Kurdistanê û li nav kurdên Diyasporayê jî, televîzyona herî zêde tê temaşekirin.

Telefizyona Rûdawê beşek e ji Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji rojname, malper, televîzyon û radyo jî pêk tê.

Tora Medyayî ya Rûdawê wê îsal dest bi berferehiya xwe ya mezin bike, ji ber tiştê ku niha heye beşeke ji projeyeke mezin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst