Rêkeftina 11ê Adarê

11-03-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Îro 44 sal di ser rêkeftina 11ê adara 1970 de ya ku di navbera hikûmeta wê demê ya Iraqê û rêberê Şoreşa Îlonê li Başûrê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî de hat îmzekirin, derbas dibe.

Li gor wê rêkeftinê, wek cara yekem hikûmeta Iraqê li mafên gelê Kurd mikur hat û biryar hat dayîn ku heta sala 1977an û di rêya serhejmariyeke giştî re herêmeke otonomî li Başûrê Kurdistanê bê ragihandin, lê bi mercê ku Kurd di hikûmeta Iraqê de beşdar bibin.

Lê belê ji ber ku Mela Mistefa Barzanî qebûl nekir Başûrê Kurdistanê bêy Kerkûkê bibe herêmeke otonomî, hikûmeta Iraqê di sala 1974an de ji yek alî de biryara otonomiyê derxist û Kerkûk, Xaneqîn û Şingal ji Başûrê Kurdistanê veqetand.

Hikûmeta Iraqê pîlan û komployên xwe li dijî gelê Kurd nesekinandin û di sala 1975an de Peymana Cezayirê bi Îranê re îmze kir.

Li gor wê peymanê Bexda razî bû car din sînorê navbera Iraq û Îranê bê diyarkirin bi mercê ku Tehran piştgiriya şoreşa Kurdan neke.

Bi vî awayî jî rêkeftina 11ê adarê bi dawî hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst