Hevseroka PYD'ê: Asayîş girêdayî DBK'ê ye

11-03-2013
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Asya Abdullah eşkere kir ku hêzên asayişê girêdayî Desteya Bilind a Kurd (DBK) e û her kesek dijî berjewendiya civakê kar bike, mafê asayîşê heye wan binçav bike.

Zêdetirî 2 heftiyane serkirdeyekî Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê tevlî kur û hevalekî wan yê din li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine girtin.

Asya Abdullah di derbarê vê mijarê de ji rojnameya Rûdawê re ragihand ku ev 2 sale asayiş xwe rêxistin dike û hemû birêveberiyên asayîşê ser bi komîteya ewlekariyê ya DBK'ê ne û navendeke wê komîteyê li bajarê Amûdê heye.

Asya Abdullah wiha pêdeçû: "Hêzên asayîşê ne girêdayî PYDê ne û fermana xwe jî ji PYD'ê nastîne, ji ber ew girêdayî DBK'ê ne."

Derbarê partî û aliyên gileyî û gazindan ji hêzên asayişê digirin, hevseroka PYD'ê bal kişand ku heyama 2 salane karmendên asayîşê bê beramber kar dikin û yên gazindan dikin bila demjimêrekê bê pere di nav asayîşê de kar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst