Colemêrg (Rûdaw) - li Colemergê 5emîn Mîhricana Berfê bi beşdariya xelk parêzgar û berbirsên Colemergê dest pê kir.
Di Mîhrîcana Berfê de grûpeke govendê ya Nêrweyiyan bi cil û berg û lewendiyên xwe û bi awazên qedîm yên Colemergê govend gerandin.
Li navenda kaşûna ya Mêrga Butan a Colemêrgê bi helkevta 5emîn Mîhracana Berfê ya Colemergê hejmareke zêde ya hemwelatiyan û berpirsên parêzgehê amede bûn.
Parêzgarê Colemergê di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku ew hewleke yekcar zêde didin ku zêdetir geştyar biçin seredana Colemergê.
Spasiya Rûdawê kir
Parêzgarê Colemêrge heman demê ji ber karên nasandina navçeyên Colemergê spasiya Rudawê jî kir.
Parêzgarê Colemergê Alî Çelîk got, “Hêvî û daxwaza me ew e ku ev hestên paqij yên vî bajarî bigihin hemû welatê me.
Ji bo geştyariyê jî ev der gelekî xweş e. Ez ji her derê her kesî vedixwînim bila ji bo dîtina vê paqijiyê û aramî û asûdeyî û xweşikiyê werin Colemergê.
Em hêvî dikin ku her kes xelkê paqij yê vî bajarî bibine. Em spasiya we jî dikin ku hûn jî ji bo gihandina peyama me bûne alîkar.”
Di mîhricana îsal de ji Colemêrgê û ji derveyî Colemergê nêzîkî hezar û 500 kes beşdar bûn.
Di mîhrîcanê de DJ Enes Goksal, hunermend Ferhat Ungur û grûpa hunere ya Şaredariya Solemergê konsert dan û çend çalakiyên din ên werzişî û hunerî jî hatin pêşandan.
Welatî Sebrî Turan diyar kir, “Em gelekî bi vê şahiyê kêfxweş in. Her kes ji bo camêrî û insanî hatiye.
Hûn hemî bi xêr hatine ev jî kêf e ji bo me em dê kaşûnê bikin.”
“Ev der cihekî taybet ê Colemêrgê ye”
Dengbêj Îsmet Coleyî wiha anî ziman, “Ev dere cihekî taybet ê Colemêrgê ye.
Colemerg ji gelek aliyan ve cihekî dîrokî pêşkevtî û baş e. Îro jî festîvala me ya berfê heye.”
Piraniya xelkê Colemergê û navçeyên wê jî bi cilûbergên xwe yên Kurdî û resenî di mîhrîcanê de amade bûn û ciwanênan heta derengiya rojê govend gêran.
“Em dixwazin her kes were Colemêrgê bibîne”
Hunermend Mehmûd Dûman got, “Cihekî gelekî xweş e. Em spasiya parêzgarê xwe û şaredariya xwe dikin ku karê vê festîvalê kirin.
Em dixwazin ji Îran, Îraqê û ji her derê her kes were û Colemergê bibine. Em spasiya we jî dikin.
Mîhracan Berfê ya Colemergê yekem car sala 2017an hatibû kirin sala 2019 û 2020ê ji ber koronayê mîhrîcan hatibû betalkirin.
Îsal 5emîn Mîhracan Berfê ya Colemergê hate hate lidarxistin du rojan bi rêve çû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse