EFRÎN - Karmendeke jin hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar karmendeke Rêxistina Buhar a alîkariyên mirovî girt.
Hêzên dijeterorê yên mixalefeta Sûriyeyê jineke Kurd bi navê Rûla Hemdoyê li bajarê Ezazê yê bakurê Helebê girt
Rûla Hemdo ku bi xwe xelka nehiyeya Racoyê ye û li bajarê Efrînê niştecî ye, karmenda Rêxistina Buharê ya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ye.
Çavkaniyekê ji Rêxistina Buharê ji Rûdawê re girtina Rûla Hemdoyê piştrast kir.
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, roja Înê dema Rûla Hemdo û çend hevkarên xwe li bajarê Ezazê bûne, ew ji aliyê hêzên dijeterorê yên mixalefeta Sûriyeyê ve hatin girtin.
Piştî çend demjimêran, hevkarên wê hatine azadkirin lê ew heta niha girtî maye.