Li Wanê agir bi malekê ket

11-02-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tuşbayê ya Wanê, agir bi malekê ket û di encamê de zerera madî çêbû.

Li Taxa Altintepeyê ya navçeya Tuşbayê îro, ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi avahiyeke li qata yekemîn ket.

Li ser agahdariya welatiyan, tîmên agirvemirandin û tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê hat vemirandin.

Ji ber agir zerereke canî çênebû lê zerara madî çêbû û kelûpelên malê şewitîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst