Li Sêrtê pevçûn: 6 birîndar hene

11-02-2024
Nîşan Sêrt Berwarî Birîndar Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sêrtê di navbera du grupan de pevçûn derket, 6 kes birîndar bûn

Bûyerê li navçeya Berwariyê ya parêzegah Sêrtê rû da.

Ji ber sedemeke nediyar du grûpan bi dar û kêran êrişî hev kir.

Di vê pevçûnê de kesên bi navên S.G, A.G, H.G, M.Y, B.O. û A.O. birîndar bûn.

Li ser agahdakirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneyên Berwariyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst