Li Kerkûkê du bira hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kerkûkê du bira li kolanê hatin kuştin.

Nûçegihanê Rûdawe Herdî Mihemed da zanîn ku hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê.

Herdî Mihemed ragihand ku tohmetbarek hatiye desteserkirin û ji bo dîtina tohmetbarê din jî xebat berdewam dikin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, her du birayên kuştî ne xelkê Kerkûkê ne, demek berê hatine Kerkûkê û wan pars dikir.

Herwiha her du tohmetbar jî parsek in û bûyerê li ser pereyan rû daye.

Navên wan Yehya Cemal Usman (21) û Adil Cemal Usman (23) in.