Li Şêxanê kesekî 60 salî hat kuştin

11-02-2024
Nîşan Şêxan Dihok Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Çireyê yê qezaya Şêxanê ya Dihokê li ser pirsgirêkên zeviyan di navbera hinek kesan de pevçûnekê rû da.

Di vê pevçûnê de kesekî bi navê Emced Ehmed hat kuştin ku 60 salî ye û kurê wî yê 33 salî jî birîndar e.

Şahidekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku pevçûnê derdora saet 14:00an rû daye.

Li gorî agahiyan, di vê pevçûnê de du kes hatine birîndarkirin û Emced Ehmed li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Berdevkê Polîsê Dihokê jî amaje bi birîndarbûna du kesan da û destnîşan kir ku polîsan rewş xistiye bin kontrola xwe.

Ev çend sal in li bajarokê Çireyê yê qezaya Şêxanê di navbera cotkaran de li ser zeviyan pirsgirêk derdikevin.

Li Çireyê ji ber van pirsgirêkan heta niha çend caran pevçûn çêbûne û çend kes hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst