Li Amedê 150 kargeh hatine girtin

11-02-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Girtina Kargehan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê ragihand ku ji ber zêdebûna xerciyan li parêzgehê ji 481 kargehan 150 kargeh hatine girtin.

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê (DTSO) û Komeleya Karsaz û Pîşeya Tekstîlê ya Rojhilat-Başûr (GUNTIAD) derbarê pirsgirêkên di sektora tekstîlê de yên li Amedê raporek amade kir û bi raya giştî re parve kir.

Rapor li parêzgeha Amedê di navbera Tebax û Çiriya Paşîna 2023yan de bi hevdîtina ligel 331 kargehên sektora tekstîlê û 25 kargehên sektora pembo hatiye amadekirin.

Li gorî raporê ji ber zêdebûna xerciyan û zehmetiyên kar ji 481 kargehan 50 kargehî berhemanîna xwe rawestandine û hatine girtin.

Herwiha Serokê Desteya Rêveberiyê ya GUNTIADê Sezaî Ayas amaje  bi wê yekê daye ku 331 kargehên karê xwe berdewam dikin nîşan dide ku Amed li herêmê hê jî navendeke sektora tekstîlê ye.

Li gorî amarên fermî yên hinardekirina sala 2023yan li parêzgeha Amedê li gorî sala 2022yan hinardekirin bi giştî ji sedî 35 kêm bûye.

Bi taybet di sektora tekstîlê de jî hinardekirin ji sedî 25 daketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst