Li Geverê erdhejeke bihêz çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi hêza 4,4 pileyan careke din erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand  li navçeya Geverê ya Colemêrgê demjimêr 07:36an bi hêza 4,4 pileyan erdhejek çêbûye.

AFADê da zanîn ku erdhej û 5,74 kîllometreyan di bin erdê de çêbûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê zêdeyî salekêye erdhejên paşekî berdewam in û pisporên erdhejê bi taybet hişyariyan didin ku divê ji bo erdhejên bihêz jî amadekarî hebin.