Parlamenterê HDPê: Li Semsûrê mirî bêyî navên wan bên tomarkirin tên veşartin

11-02-2023
RÛDAW
Nîşan Garo Paylan Erdheja Mereşê Erdhej Semsûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan ragihand ku li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ew kesên di erdhejê de canê xwe ji destdane bêyî navên wan bên tomarkirin, ji aliyê malbatên wan ve tên veşartin û got “Mixabin hejmara miriyan ji ya tê ragihandin gelekî zêdetir e.”

Parlamenterê HDPê yê Amedê Garo Paylan îro Şemiyê 11ê Sibata 2023ê li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir û ragihand ku li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê hejmareke zêde ya wan termên ji bin kavilan tên derxistin bêyî ku navên wan bên tomarkirin ji aliyê kesûkarên wan ve tên veşartin.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) her îro ragihand ku hejmara wan kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihiştiye 20 hezar û 665 kesan û 80 hezar û 88 kes birîndar in. Lê Paylan dibêje "Mixabin hejmara miriyan ji ya tê ragihandin gelekî zêdetir e.”

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.6 û 7.7  herêm hejandin û li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê û herwiha li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan.

Erdheja ku navenda wê Mereş a Bakurê Kurdistanê bû bandor li bajarên wek Dîlok, Riha, Amed, Edene, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Xarpêt jî kir. Kar û xebatên rizgarkirin û derxistina termên qurbaniyan berdewam in û her diçe amarên ku saziyên fermî yên Tirkiyê radighînin jî zêde dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst