Osmaniye: 4 kes bi tohmeta di çêkirina avahiyan de sextekarî kirine hatin desteserkirin

11-02-2023
RÛDAW
Nîşan Osmaniye Erdheja Mereşê Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Osmaniye yê Tirkiyê 4 kes bi tohmeta ku sextekarî di çêkirina wan avahiyên di erdhejê de hilweşiyane kirine hatin destserkirin. Piştî ereheja 6ê Sibata 2023an a Mereşê îhmalkarî û xemsariyên ku di çêkirina avahiyan de hatine kirin di rojevê de ne.

Bi biryara Wezareta Dadê ya Tirkiyê lêkolîn derbarê wan avahiyên ku piştî erdhejê hilweşiyane û kes û kompanyayên ew çêkirine de hatiye destpêkirin. Di çarçoveya wan lêkolînan de Serdozgeriya Komarê ya bajarê Osmaniye yê Tirkiyê roja 10ê Sibata 2023an li wê parêzgehê biryara desterkirina 6 kesan da.

Li gor zanyariyan şeva borî 4 kes ji wan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi tohmeta ku sextekarî û xemsarî di çêkirina avahiyan de kirine hatine destserkirin.

Ev di demekê de ye roja 10ê Sibata 2023an li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê jî serokê kompanyayeke avahîsaziyê ya Hatayê ku hewl dida bireve derveyî welat li Firokexaneya Sabîha Gokçen hatibû girtin. Li gor zanyariyan wê kompanyayê 250 daîre di çarçoveya projeyekê de çêkiribûn û piştî erdhejê hemû hilweşiyane.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag jî roja Înê 10ê Sibata 2023an ragihand ku lêpirsînên derbarê wan kesên di avakirina avahiyan de xemsarî kirine berdewam in û got: “Derbarê qedexeya derketina wan kesan de bo derveyî welat jî karên pêwîst tên kirin.”

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) roja 11ê Sibata 2023an ragihand ku hejmara wan kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihiştiye 20 hezar û 665 kesan û 80 hezar û 88 kes birîndar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst