Li Semsûrê cenaze bê kifen û bê şûştin têne veşartin

11-02-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Li Semsûrê cenaze bê keven û bê şûştin têne veşartin
Li Semsûrê cenaze bê keven û bê şûştin têne veşartin
Nîşan Erdheja Mereşê Semsûr Goristan
A+ A-

Semsûr (Rûdaw) - Li wan bajarên ku ketine ber erdhêjê rûberê goristanan her ku diçe fireh dibe.

Li Goristana Semsûrê ku serê pêçê seyareyeke terman barê xwe lê bala dike û li hêlekê jî hewar û qêrîn xwe dide erşê.

Li deşta ku bo qurbaniyên erdhêjê weke goristan hatiye destnîşankirin, dora 15 kepçe bê navber dixebitin. Hinek çalan vedidin û hinek axê bi ser miriyan dikin. Ne tenê qêrîn û hewar lê term jî bi nava hev dikevin.

Welatiya bi navê Bese Tûnç dibêje: “Xaniyê me bi erdê ve bûye yek û tiştek nemaye û mirov nikare têkevê. Bûka min mir, lê kurê min rizgar bû.

Ji ber ku pêkan nîne, term çawa ji binê kavilan hatine derxistin wisa jî têne binaxkirin. Terme bê şûştin, bê keven, bê dia û bê xatirxwestin têne veşartin. Weke din ne pere ne ma tişteke din nema. (Cenaze) Neşûştî tên binaxkirin. Ev çi bû hat serê me. Em di ortê de mane. Em hemû li kolanan dirazin. ”

Welatî Sîcan Turan jî got: “Du mirovên me mirin. Yek Xwişka min û yên din jî kurê wê bû. Yek li vê derê yê din li wê derê hatin veşartin. Me tiştek ji wan nekir, tenê betaniyê li wan pêçand.”

Li gor biryara fermî termên ku xwediyên wan nehatibin tespîtkirin di nava 24 seatan de tên definkirin. Rêz bi rêz çal û di her çalekê de nêzî 500 term, bi caw û betaniyên lê pêçayî têne binaxkirin. Mele û pêşengên olî banga wê dikin ku malbat dilrehetbin û xema vî şiklê definkirinê nexwin.

Mele Abdullah Yilmaz jî dibêje: “Ev di ola me de di demên derbasbûyî de, di demên şeran de hatine kirin. Tiştek ji derveyî rêkar û qeîdeyan nayê kirin. Ji bo wê bila dilê malbatên miriyan rehet be, bi ti awayî term bêyî rêkarên olî nayên veşartin. Lewma bila dilê kesûkarên xwediyên cenazeyên rehet be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst