Li Îslahiye piştî 133 demjimêran rizgarkirina jineke 63 salî

11-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Dîlok Îslahiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îslahiye ser bi Parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê piştî 133 demjimêran jinek 63 salî bi birîndarî hatin rizgarkirin.

Kar û xebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyên ji ber erdheja 6ê Sibata 2023an di bin kavilên avahiyên herifî de mane berdewam in.

Îro Şemiyê 11ê Sibata 2023an li Îslahiye ya Dîlokê tîman piştî erdhejê bi 133 demjimêran, di roja 6emîn a erdhejê de jinek 63 salî ya binavê Guler Guler bi birîndarî ji bin kavilên avahiyekê derxistin.

Li gorî agahiyan rewşa tendirustiya wê başe û ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan şemiyê 11ê Sibayê 2023ê li parêzgeha  Rihayê ya  Bakurê Kurdistanê ragihand ku di erheja Mereşê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê   21 hezar û 848 kesan canê xwe ji dest dane û 80 hezar û 104 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst