Li Mereşê xelk ji ber kêmasiya kar û xebatên rizgarkirinê aciz e

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê ku navenda erdhejê bû û wêraniyeke gelek mezin lê çêbû, xelk ji ber kêmiya kar û xebatên rizgarkirinê aciz in.

Bavek li benda derxistina keça xwe ya 12 salî ye. Çawa ku tîmên hawarçûnê keça wî derdixînin termê wê himbêz dike û şîna xwe dike. Bi gotina wî “dinya hilweşiya.”

Welatiyên ku li derdora kavilan civiyane aciz in, ji ber karê rizgarkirinê têr nake û her diçe hêviya wan namîne.

Welatî dibêje “Makîneya kar nîne, elektrîk nîne, enerjî nîne, tiştek nîne. Yek jenerator nîne. Mirov li vê derê dimrin, dimrin.”

Çend kesên ji tîmên hawarçûnê hewl didin dengekî ji bin kavilan bibihîzin û bi dest wek ku bi derziyê bîrê bikolin dixwazin bighin canekî.

Mustafa beriya çend demjimêran hatiye rizgarkirin lê hê jî zarokên wî di bin kavilan de ne. Bêçare ye, bi girî nerazîbûna wî li beramber nebûna kar û xebatên derxistina qurbaniyan heye.

Mustafa Yoksul got “Gelek kesên sax hebûn li wê derê, dengê wan nedihat, lê me bi keviran li dîwaran dida û deng dida hevdu. Ti karê rizgarikirinê nebû, ma qey dibe heta niha mirov bimîne.”

Mereşa Bakurê Kurdistanê navenda Erdheja 6ê Sibatê bû ku herî zêde wêranî lê çêbûye, lê heta niha jî li piraniya bajêr bi hezaran qurbanî di bin kavilan de ne û her ku dem derbas dibe hêviya rizgarkirina bi saxî ji dest diçe.