Cindirês: Zarokekî şeş salî hat rizgarkirin lê malbata wî hê di bin kavilan de ne

11-02-2023
RÛDAW
Mûsayê şeş salî hat rizgarkirin lê malbata wî hê di bin kavilan de ne
Mûsayê şeş salî hat rizgarkirin lê malbata wî hê di bin kavilan de ne
Nîşan Erdhej Cindirês Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Cindirêsa Rojavayê Kurdistanê, Mûsayê 6 salî, piştî pênc rojên temam bi birîndarî di bin kavilên avahiyeke hilweşiyayî de derbas kirin, hat rizgarkirin.

Êşa birînên wî li aliyekî, birçîbûna 5 rojan li aliyê din û mirina birayê wî Besam bi ser de. Endamên din ên malbatê jî hîna di bin kavilên sar de ne.

Mûsayê şeş salî, li Cindirêsa Rojavayê Kurdistanê ji aliyê tîmên hewarçûnê ve hat rizgarkirin.

Welatî Ebûbekir dibêje “Di roja pêncem a piştî erdhejê de, sipas bo Xwedê me Mûsa ji jêr kavilan derxist. Hinekî birîna wî hebû, lê Besamê birayê wî mir.”

Tîm li endamên din ên malbata Mûsa digerin û dibêjin, heta niha di bin kavilên avahiyê de ne; Ew jî bi hêvî berê xwe dide kar û xebatan, li bendê ye nûçeyeke dilxeşker bibuhîze.

Ebûbekir got jî “Endamên din ên malbata wî di bin kavilan de ne, em heta niha tiştekî derbarê wan de nizanin.”

Erdheja hefteya borî herî zêde zerar gihandiye Cindirêsa Rojavayê Kurdistanê û wêran bûye.

Li gor zanyariyên Rûdawê, ji 800 canjidestdanên li Rojavayê Kurdistanê 700 ji wan li Cindirêsê ne.

Hevdem 267 xanî û avahî li wî bajarokê Rojavayê Kurdistanê herifî ne û 1110 xanî û avahiyan jî zerar dîtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst