Mezlûm Kobanî: Em pêşniyaza Şamê red dikin

Hewlêr (Rûdaw) – General Mezlûm Kobanî dibêje, rejîma Sûriyê dixwaze vegere rewşa berî 2011, lê ev ne cihê qebûlkirinê ye û ew vegera bo berî sala 2011 red dikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî dibêje, hebûna Hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistan û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina krîza Sûriyê gelek giring e.

Nêzîkî 900 leşker û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî li navçeyên bin desthilata HSDê û Binkeya Leşkerî ya Tenef hene û pêgeha wê ya bi hêz li Encûmena Ewlekarî û navendên din tê wê wateyê ku bê Amerîka krîza Sûriyê nayê çareserkirin.

Rola Amerîkayê

Mezlûm Kobanî , Fermandarê Giştî yê HSDê, dibêje, “Baweriya me wisa ye ku bêyî Amerîkayê, çareseriya siyasî li Sûriyê bidest nakeve. Girîng e Amerîka bimîne bo ku bigihijin çareseriyeke siyasî. Divê Amerîka di vî warî de rol bibîne. Ev nêrîna me ye. Mebesta min ew e, rola Amerîkayê ne tenê bo şerê dijî DAIŞê ye, lê rola wî welatî ji bo gihiştina çareseriya siyasî jî gelek pêwîst e. Take rê ji bo têkbirin û jinavbirina DAIŞê, çareseriya siyasî ye li Sûriyê.”

Di salên borî de gelek caran hevdîtin di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de çê bibûn û cara yekem di Tîrmeha 2018an de bû.

11ê Çilê 2022an Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bersiva peyamnêrê Rûdawê Kamiz Şedadî da û got, “ji ber helwestên berê yên Rêveberiya Xweser êdî Şam nema dixwaze danûstandinê li gel Rêveberiya Xweser bike.”

 

General Mezlûm Kobanî jî dibêje, tiştê ku Şam ji wan daxwaz dike ne cihê qebûlkirinê ye.

`Rejîm dixwaze vegere sala 2011`

Mezlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê HSDê, radigihîne, “Em dixwazin li gel rejîma Sûriyê bigihijin rêkeftineke siyasî. Hinek peywendiya me li gel hev heye, lê em negihiştine xalekê ku rêkeftin hebe. Rejîma Sûriyê dixwaze vegere sala 2011, wate bo pêş bûyerên sala 2011, ev jî ne guncaw e. Me jê re gotiye ku nabe vegerin bo rewşa berî 2011.”

Nêzîkî ji sedî 30ê axa Sûriyê di destê Rêveberiya Xweser de ye, ew navçe jî jibo çandiniyê gelekî berhemdar e, herwiha ji aliyê petrolê ve jî dewlemendtirîn navçeya Sûriyê ye.

Bi dehan hezar şervanên HDSê hene ku roleke wan a mezin hebû di şerê li dijî DAIŞê de û bidawîkirina deshilata wê rêxistinê li rojhilatê Feratê.