Ji fermandarê Pêşmergeyên Roj daxuyaniya operasyona Çiyayê Gare

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê hêza Pêşmergeyên Roj Dilovan Robarî ragihand, ku hêza wan bi tu awayekî ligel leşkerên Tirkiyê beşdarî operasyona çiyayê Gare nebûye û îdîayên ku têne belavkirin ne rast in.

Dilovan Robarî ji Rûdawê re got, hêza wan ji cihê xwe tev negeriyaye û ew li Sihêla û Eyin Ewês in.

Fermandar Dilovan got, qet pêwendiya wan bi şerê di navbera Tirkiyê û  PKKê de tune ye û tenê armanca wan parastina Kurdistanê ye.

Fermandarê Giştî yê hêza Pêşmergeyên Roj her wiha ji Rûdawê re eşkere kir ku ew li bendê ne ku aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê lihev bikin û ew vegerin Rojavayê Kurdistanê û bi erkên xwe rabin.

Pêşmergeyên Roj, hêzeke Rojavayê Kurdistanê ye, piştî şerê Sûriyê hate avakirin, di şerê li dijî DAIŞê de 44 şehîd û gelek birîndar dane. Hejmara wan derdora 7 hezar pêşmerge ne.