Îbrahîm Halîl Baran: Di mijara operasyona Gare de tevlihevî heye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Kurdistanî (PAKURD), Îbrahîm Halîl Baran ragihand, di demekê ku hêj di rojeva Tirkiyê de lidarxistina operasyonekê bo ser Şingalê heye, operasyona Gare hat destpêkirin û diyar kir, di mijara operasyona Gare de tevlihevî heye û sedema operasyonê nayê zanîn.

Îbrahîm Halîl Baran beşdarî bernameya Rûdawî Emro (Rûdawa Îro) ya Rûdaw TV ku ji aliyê Bêston Osman vet ê pêşkêşkirin, bû û derbarê operasyona nû ya artêşa Tirkiyê li Çiyayê Gare axivî.

Serokê Giştî yê PAKURDê têkildarî operasyona nû ya artêşa Tirkiyê li Çiyayê Gare ragihand, “di daxuyaniya hêzên çekdar ên Tirkiyê de heye ku ev operasyon, starta operasyona duyemîn a Çengê Baz e ku berî demekê hatibûn lidarxistin.”

Îbrahîm Halîl Baran amaje bi operasyonên Tirkiyê yên di nav axa Başûrê Kurdistanê û bakurê Iraqê de kir û diyar kir, Rêkeftina Enqerê ya di navbera Tirkiyê û Iraqê de ku di navbera salên 1924 heya 1926an de hatiye îzmekirin, rê dide Tirkiyê ku di kûrahiya 75 kîlometriya axa Iraqê de operasyonên serbazî pêk bîne.

Baran, li ser pirsa gelo çima di demekê de ku rojev li Tirkiyê operasyona Şingalê bû, Tirkiyê êrişî Çiyayê Gare kir, got ku li Şingalê encamdana operasyonekê ji aliyê Tirkiyê ve gelek zehmet e û ji bo wê yekê Enqere rastî gelek astengiyên navdewletî tê, ji ber ku li Şingalê rola Amerîka û Îranê jî heye, herwiha mesele girêdayî hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye jî.

Baran wiha got: “Ew çendek e bala her kesî li ser Şingalê bû, ku Tirkiye li hember devera Şingalê gelek tişt digotin û dixwest li wê derê operasyonekê bike, lê devera Şingalê, jibo ku Tirkiye karibe li wê derê operasyonekê bike, divê îzna hêzên navnetewî (jê re) hebe. Amerîka yek ji wan e, Îran tiliya wê li wê derê heye û jibo Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê jî eva problemeke navnetewî dibe. Lê ev êrişa ku îro li Gare hatî kirin, êrişa leşkerên Tirkiyê li herêma Şêra li aliyê Gare û nêzîkî devera Zêbar, ji ber vê ye ku di 1924 û 1926an de rêkeftinek heye bi navê Enqerê tê zanîn û di navbera Tirkiyê û Iraqê de rê dide Tirkiyê ku 75 kîlometran derbasî aliyê din ê sînor bibe.”

Li ser pirsa gelo NATO haya wê ji van êrişên Tirkiyê heye yan na, Serokê Giştî yê PAKURDê destnîşan kir, ku Tirkiye endameke NATOyê ye û di çarçoveya siyaseta NATOyê de dikare operasyonan pêk bîne, û ji bo operasyonên li derveyî axa xwe jî, Tirkiye siyaseteke xwe ya herêmê heye û li ser vê bingehê operasyonan lidar dixe.

Îbrahîm Halîl Baran got: “Tirkiye ji berê de du tiştan dike û ew tişt hem ji aliyê Kurdan ve û hem ji aliyê Tirkiyê ve bi awayekê zana tê têkelkirin. Yek ev e ku Tirkiye perçeyek ji artêşa NATOyê ye û li gorî siyaseta NATOyê dikare operasyonan li deverê bike. Jibo ku derkeve sînorên derveyî Tirkiyê, di nav operasyonên NATOyê de jî siyaseteke Tirkiyê ya herêmê ya taybet bi xwe heye. Ew hem li gor tedbîr û plana NATOyê dimeşe û hem jî di aliyekê de saheya xwe ya aktîv dixwaze mezintir bike.”

Baran diyar kir, rewşa lidarxistina operasyona Gare aloz û tevlihev e û nayê zanîn ku ev êriş çima hat destpêkirin. Bi gotina Halîl Baran, “mijara operasyona li Çiyayê Gare li Tirkiyê jî nebû rojev û tenê hinek twit li ser hatine belavkirin”.

Artêşa Tirkiyê duh 10ê Sibatê serê sibê ragihandibû ku hêzên wan operasyoneke nû di nav axa Herêma Kurdistanê de û li Çiyayê Gare dest pê kirine. Artêşa Tirkiyê herwiha diyar kiribû, ku di çarçoveya operasyonê de bi helîkopteran leşker li ser Çiyayê Gare danîne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî duh dabû xuyakirin, ku operasyon di saet 02.55ê 10ê Sibata 2021 de û bi navê Operasyona Pence Baz-2 hatiye destpêkirin. Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, operasyon li dijî pêgehên PKKê û ji bo “parastina ewlehiya sînor” û “ji holê rakirina metirsiya êrişên bo ser hêzên ewlehiyê” yên wî welatî hatiye destpêkirin.

Li aliyekê din, Wezareta Berevaniya Tirkiyê aşkere kiriye, ku heta niha 3 serbazên wan di şer û pevçûnên li gel gerîlayên PKKê de li Çiyayê Gare hatine kuştin û 3 serbaz jî birîndar in.