HPGê derbarê şerê li Çiyayê Gare de daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Hêzên Parastina Gel (HPG) li navçeya Gare ragihand ku firokeyên şer ên Tirkiyê çend navçe li Çiyayê Gare bi dijwarî bordûman kirine û yek ji wan kampan ku hejmarek dîlên şer lê diman ketiye ber bordûmanê.

Fermandariya HPGê li Çiyayê Garê îro Pêncşemê 11ê Sibata 2021ê daxuyaniyek derbarê şer û pevçûnên li devera Çiyayê Gare ya Başûrê Kurdistanê de belav kir. Di daxuyaniyê de tê gotin: “Operasyona dagîrkirina Garê ku demjimêr 03:00ê serê sibeha 10ê Sibata 2021ê bi beşdariya firokeyên şer û helîkopteran destpê kiriye, berdewam e.”

Fermandariya HPGê amaje bi wê yekê daye ku şeva 10 li ser 11ê Sibatê bi dirêjahiya şevê êrîşa esmanî û tevgera helîkopteran bi ser deverê de berdewam bûye.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku firokeyên şer ên Tirkiyê çendîn cih li Çiyayê Gare bordûman kirine û yek ji wan cihan jî kampek bûye ku hejmarek dîlên şer lê diman. HPGê amaje bi zirarên bodrûmanê û hejmara kuştî û birîdnaran nekiriye, lê diyar kiriye, ku ew dê derbarê bûyerê de paşê hûrgiliyên zêdetir belav bikin.

Fermandariya HPGê di daxuyaniyê de dibêje: “Heta niha şer û pevçûneke dijwar di navbera gerîllayên HPGê û artêşa Tirkiyê de li navçeya Siyanê berdewam e. Şer û pevçûn di bin kontrola hêzên me de ne. Artêşa Tirkiyê dibêje 2 efserên wan hatine kuştin û 4 serbaz jî birîndar in, lê hejmara termên wan zêdetir e, di dema pêş de em hûrgiliyên zêdetir belav dikin.”

Artêşa Tirkiyê duh 10ê Sibatê serê sibê ragihandibû ku hêzên wan operasyoneke nû di nav axa Herêma Kurdistanê de û li Çiyayê Gare dest pê kirine. Artêşa Tirkiyê herwiha diyar kiribû, ku di çarçoveya operasyonê de bi helîkopteran leşker li ser Çiyayê Gare danîne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî duh dabû xuyakirin, ku operasyon di saet 02.55ê 10ê Sibata 2021 de û bi navê Operasyona Pence Baz-2 hatiye destpêkirin. Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, operasyon li dijî pêgehên PKKê û ji bo “parastina ewlehiya sînor” û “ji holê rakirina metirsiya êrişên bo ser hêzên ewlehiyê” yên wî welatî hatiye destpêkirin.

Li aliyekê din, Wezareta Berevaniya Tirkiyê aşkere kiriye, ku heta niha 3 serbazên wan di şer û pevçûnên li gel gerîlayên PKKê de li Çiyayê Gare hatine kuştin û 3 serbaz jî birîndar in.